Wezîrê berê Halîs: Êrîşa li ser Efrînê dê bandora neyînî li Tirkiyeyê bike 2018-02-07 09:22:37 STENBOL – Wezîrê berê Ziya Halîs destnîşan kir ku êrîşa li ser Efrînê dê bandora neyînî li Tirkiye bike û got: “Yên azadî û demokrasiyê diparêzin û baweriya wan bi aştî û aramiyê hene divê li dijî êrîşê bisekinin.”  Ji bo êrîşên ser Efrînê bên rawestandin 170 kesan ji hemû wekîlên li Meclîsê re name şandin. Yek ji van kesên name şandin wezîrê berê Ziya Halîs e. Halîs nêzîkatiya AKP-MHP, êrîşên li ser Efrînê, helwesta CHP’ê û zextên li ser kesên nerazîbûn nîşanî êrîşên Efrînê didin nirxand.    Halîs behsa tifaqa AKP û MHP’ê ya beriya hilbijartinên 2019’an kir û wiha got: “Ev nêzîkatiya partiyan bêtaqetî û ketina wan dide nîşandan. Li gel ku îmzeyên Bahçelî têr dikirin jî lîjneya xwe li dar nexist. Bi piştgiriya AKP’ê bi ser ket. Bingeha vê tifaqê jî ji referandûma 16’ê Nîsanê tê. Dengên AKP’ê jî gelek daketibûn. Nêzîkatiya bi MHP’ê re ji bo dema pêş veguherî tifaqekê. Tirkiye ji ber bi eniyek nijadperest a nû ve diçe. AKP’ê, CHP û MHP’ê li ser eniya nijadperest pêşwazî kir. Tirkiye bi eniyek mezhebî, serhişk, nijadperest û etnîk tê birêvebirin. Yên ku di nav vê eniyê de cih nagirin tune dihesibînin. Ne pêkane em êrîşa li hember kesê di vê tifaqê de cih nagirin qebûl bikin. Encama van li hev kirinan ne ji bo xêra Tirkiyeyê ye û li gorî baweriya min piştgiriyê nade aştiya civakî.”    'DAXWAZA WAN EWIL ŞER E’    Halîs êrîşên li ser Efrînê jî nirxand û wiha domand: “Rewşa tifaqa AKP û MHP’ê ‘pirsgirêka beka’ tîne. Nêrîna ‘Tirkiye di bin tehdîtê de ye’ derdixin pêş û dixwazin şer hileberînin. Ev yekîtiya wan şer û pevçûnê derdixe pêş. Nirxên mîna diyalog, li hev hatina civakî û aştî hene. Cihê van nirxan di navê vê yekîtiyê de tune ye. Geşedanên aştiya civakî ji holê rakirin û meseleya aştiya Tirkiyeyê bi bûyerên derve re entegre kirin hilberîna polîtîkayên şer e. Ya dixwestin ev bû vê yekê pêk anîn.”    'REWŞÊN BÊTALIH IN’    Halîs bal kişand ser kesên li dijî êrîşên li ser Efrînê derdikevin û tên binçavkirin jî û wiha dirêjî da nirxandinên xwe: “Em helwestek pir negatîf û êrîşkar dijîn. Ev rewşên wiha li ser navê aştiya civakî jî bêtalih e. Ji bo siberoja Tirkiyeyê em bi xetere ne. Bêguman em li dijî êrîşan jî hêviya xwe namirînin. Em bi bawerin dê Tirkiye ji polîtîkaya şer û pevçûnan vegere. Muhatabê me dewlet e. Em xîtabî saziyên fermî yên dewletê dikin. Divê dest ji polîtîkayên şer bê berdan.”    'DIXWAZIN BÊDENG BIKIN’    Halîs da zanîn ku bi binçavkirina kesên li dijî operasyona Efrînê derdikevin civakê bêdeng bikin û hemû beşên civakê bi çewisînin.    'POLÎTÎKAYEK CHP’Ê YA BI HELWEST TUNE YE’    Halîs destnîşan kir ku polîtîkayek bi helwest a CHP’ê di mijara kurdan de tune ye û got: “Ji pêvajoya destnedayînê ve şaşîtiyê wan çêbûn. Van polîtîkayên şaş dewam dikin. Ji aliyekî ve dibêjin operasyona Efrînê destek dikin û li aliyê din jî tiştên din dibejin. Serê wan tevlîhev e. Polîtîkayek partiyê ya nasnameyek wan a demokratîk a sosyal tune ye.”    'DÊ BANDORA NEYÎNÎ LI SER TIRKIYEYÊ BIKE’    Halîs anî ziman ku êrîşên li ser Efrînê dê Tirkiye bandorek neyînî jê bibîne û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Bi her awayî bandorê digire. Bandorê li ser azadî, demokrasî û aboriyê dike. Ez dikarim bêjim ku Tirkiye dê di asta herî jor de neyînî bi bandor bibe. Yên azadî û demokrasiyê diparêz in û baweriya wan bi aştî û aramiyê hene divê li dijî vê bisekinin. Muheqeq dê kurd jî li dijî êrîşan helwesta xwe bidin nîşandan.”    MA / Yasîn Kobulan