Altiparmak: Navê vê yekê sansur e 2018-02-07 09:22:09 ENQERE - Akademîsyen Kerem Altiparmak, têkildarî weşangeriya li ser înternetê ya ku tê xwestin bi RTUK'ê ve bê girêdan wiha got: "Her diçe weşangeriya înternetê belav dibe, ji bo vê dixwazin tevdîran bigirin." Edîtorê 1HaberVar Îbrahîm Aslan jî, got hedef çapemeniya muxalif e.  Di pêşnûmaya torbeyî ya nû ya berpêşî Meclîsê hat kirin de, tê xwestin ku weşangeriya înternetê têkeve bin venêrîna Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK). Ev yek bi xwe re nîqaşên sansurê anîn. Bi vê pêşûnûmaya ku berpêşî Meclîsê hat kirin, ji bo weşana her cure deng û dîmenên li ser înternetê bi awayekî rêk û pêk tên kirin wergirtina lîsansê divê û wê tabiî ceazyên pereyî û venêrînên giran bên kirin. Her wiha kesên li ser înternetê weşanê dikin wê tabiî lêpirsîna ewlehiyê ya Teşkîlata Îstixbarata Netewî (MÎT) û Emniyetê bên kirin.    ‘HEKE RTUK LÎSANSÊ NEDE WÊ WEŞAN NEYÊ KIRIN'    Akademîsyenên Fakulteya Huqûqê ya Zanîngeha Enqereyê Kerem Altiparmak mijar nirxand: "Li Tirkiyeyê ji xwe bi Qanûna Jimare 5661 çapemeniya înternetê tê kontrolkirin. Astengkirina ragihandinê, malperên înternetê û televîzyonên li ser înternetê weşanê dikin diheband. Lê belê ji bo astengkirineke wisa diviya di qanûnê de sedemek bihatana nîşandan. Nûçeyek jî dibû hincet. Lê niha mecbûriyeta lîsansa RTUK'ê tînin. Heke RTUK lîsansê nede wê weşan neyê kirin. Wê dadweriya Cezayê Sulhê weşanê asteng bike. Wê RTUk bi awayekî îdarî vê biryarê bide û wê weşan neyê kirin. Televîzyon lîsansê werdigirin, çimkî tu frekansê didî. Lê eleqe bi ferkansa înternetê tune ye, tu yê lîsansa çi bidî. Heke weşaneke derhuqûqî hebe ji xwe hûn ê bi qanûna heyî asteng bikin."    ‘WÊ CEZAYÊN PEREYÎ RÊ LI BER WEŞANÊ BIGIRE'    Altiparmak di vê çarçoveyê de balê kişand ser hêleke din û wiha got: "Bi qanûna heyî RTUK ceza li televîzyonan dibirî. Niha heke ceza li yên li ser înternetê bê birîn, wê ne wek 10 hezar lîreyên ku li saziyên çapemeniyê yên mezin tên birîn bin. Kesên li ser înternetê weşanê dikin wê ji ber van cezayan nikaribin weşanê bikin." Altiparmak destnîşan kir ku her diçe weşana li ser înternetê zêdetir dibe û got: "Her diçe weşangeriya înternetê belav dibe. Mînak êdî ez nikarim TV'yek normla temaşe bikim, derdorek zêde wisa ye. Ji bo vê dixwazin tevdîran bigirin." Altiparmak got wî heta niha astengkirina li ser înternetê ya bi vî awayî nedîtiye, lê belê heke li cîhanê bigirin belkî çend nimûneyên wisa absurt hebin û ev tişt got: "Tali talî navê vê yekê sansur e û sepandinên bi vî rengî tenê di rêveberiyên otorîter û sansurkar de tên dîtin."    EDÎTORÊ 1HABERVAR ASLAN: HEDEF ÇAPEMENIYA MUXALIF E    Edîtorê 1HaberVar a ya li ser înternetê weşanê dike Îbrahîm Aslan têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Qenalên heyî hema bêje bûne bultenên îktîdarê. Qenalên muxalif jî bi KHK'ê hatin girtin. Wek alternatîf tenê medyaya civakî û înternet ma. Mirov bi awayekî agahiyên ser li ser medyaya civakî digirin. Muxalif li vir li ser platforman weşana xwe dikin. Îktîdar wek hincet Adnan Oktar nîşan dide û hewl dide vê qanûnê derxîne. Lê em dizanin ku di navbera weşangeriyeke wisa û îktîdarê de pirsgirêk tune ye. Jixwe di warê ehlaq û nefretê de jî tu pirsgirêkeke çapemeniya berbelav jî tune ye. Weşanên bi vî rengî bi salan e tên kirin, lê tu mueyîde xwe nedan der. Hedefa sereke ya îktîdarê çapemeniya muxalif e. Dixwazin hem di warê huqûqî hem jî di warê aborî de wan texrîb bikin. Îktîdara qîma xwe bia stengiyên di qanûna heyî de neanî. Niha bi her awayî hewl didin bi venêrînê tev bigerin."