ROJEVA 7'Ê SIBATA 2018'AN 2018-02-07 09:00:25 *Kemal Bulbul diyar kir ku li Efrînê elewiyên talibên ocaxê bi xetereya OSO’yê re rû bir û ne û bang li rêxistinên elewiyan kir ku di vî warî de bi hesas tev bigerin. Her wiha Parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî wiha got: “Li Efrînê parastineke rewa heye, lê gelê li wir wê parastina rewa nîşan dide.”  * Akademîsyenan hedefgirtina kesên ku li dijî êrîşên li ser Efrînê daxwaza xwe ya ji bo aştiyê dubarekirin nirxandin. Akademîsyen Dîlek Karabûlût û Aydin Ari, diyar kirin ku divê li hemberî tiştên tên qewimîn têkoşîneke wêrekiyî xwe bide der.   *Esnafan diyar kir ku di navbera bihayên îsal û sala çûyîn de ferqek zêde heye û wiha gotin: "Bi taybetî jî piştî şerê li hemberî Efrînê êdî li bazarê kar nemaye. Bi mirovan re pere jî neman. Hemû pere ji gel stendin û ji bo şer xerc kirin."    *Akademîsyen Kerem Altiparmak, têkildarî weşangeriya li ser înternetê ya ku tê xwestin bi RTUK'ê ve bê girêdan wiha got: "Her diçe weşangeriya înternetê belav dibe, ji bo vê dixwazin tevdîran bigirin." Edîtorê 1HaberVar Îbrahîm Aslan jî, got hedef çapemeniya muxalif e.    *Wezîrê berê Ziya Halîs destnîşan kir ku dê Tirkiye ji ber operasyona Efrînê bi awayekî xerab bandorê bigire û got: “Yên azadî û demokrasiyê diparêzin û baweriya wan bi aştî û aramiyê hene divê li dijî vê bisekinin.”    *Koordînatora Komeleya Xwezayê Dîcle Tuba Kiliç, bal kişand ser texrîbata xwezayê ya li Tirkiyeyê, aşkera kir ku ew xebatên li herêmê ji ber hincetên wekî "ewlehiyê" nikarin bikin û ji ber wê texrîbata xwezayê tespît nekirine.   *Malbata Seyran Demîr a nexweşa pençeşêrê ku daketiye 35 kîloyan, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê gotiye "Tu bêhna xwe distînî, dimeşe, nûçeyên te tên çêkirin. Ne hevce ye tu bê berdan."    *Danişîna doza rêveberên TUHAD-FED'ê ya bi KHK'ê hat girtin û 12 endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   *  Rêxistina KCD, HDP, DBP'ê bi armanca  binçavkirina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan şermezar bikin dê li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk bînin. (10.00)   * Rêxistinên Ked û Demokrasiyê dê binçavkirina endam û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên kedê li avahiya Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Îzmirê civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.00)    * Înîsiyatifa malbatên Pirsûsê beriya danişîna doza Pirsûsê ku di 8'ê Sibatê de li Hîlvanê bê dîtin dê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.00)   * Endamên Konseya Navendî ya TTB'ê yên hatin berdan dê li navenda Konseya TTB'ê civîna çapemeniyê pêk bînin. (12.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Êlihê bi armanca girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven şermezar bikin dê  civîna çapemeniyê pêk bînin. (13.00)   * Sendîkaya KESK'ê dê têkildarî îxraca hevalên xwe yên di 7'ê Sibata 2017'an de bi KHK'ê hatin dûrxistin li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê ya Stenoblê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (15.00)