Xebatkara Ozgurlukçu Demokrasiyê Fendîk hat binçavkirin 2018-02-06 19:24:26   COLEMÊRG  - Xebatkara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Mizgîn Fendîk li Geverê hat binçavkirin.    Xebatakara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Mizgîn Fendîk li navçeya Geverê ya Colemêrgê hat binçavkirin. Dema Fendîk rojname li aboneyan belav dikir polîsan ew sekinand û birin Muduriyeta Polîsan a Navçeyê.    Fendîk di 19'ê Çileyê de hatibû binçavkirin û bi şertê venêrîna edlî hatibû berdan.