Parlementeriya Ferhat Encu hat betalkirin 2018-02-06 17:38:56   ENQERE – Bi hinceta teqezbûyîna cezayê der barê wî de parlementeriya Parlemeneterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu hat betalkirin. Hejmara betalkirina parlementeriya parlemeneterên HDP'ê bû 7.    Parlementeriya Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtiye, ji ber cezayê der barê wî de hatibû xwestin û ndi meha Cotmehê de ji aliyê Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê ve hat pesendkirin, tezkereya ji bo betalkirina parlementeriya wî li Desteya Giştî ya meclîsê hat xwendin. Pişt re parlementeriya Encu hat betalkirin.   Bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 3 sal û 9 meh û 10 roja û bi hinceta "dijberiya qanûna îdareya bajêr" jî 10 meh ceza lê hatibû birîn. Encu cara ewil di 4'ê Mijdara 2016'an de hatibû girtin û piştî 3 meh û nîvan hatibû berdan. Lê belê piştî 2 rojan şûnde di 17'ê Sibata 2017'an de dîsa hatibû girtin.    PARLEMENTERIYA HDP'IYAN YEKO YEKO TÊ BETALKIRIN    Bi betalkirina parlementeriya Encu re hejmara betalkirina parlementerên HDP'ê bû 7 û hejmara parlemneteriya HDP'ê yên li meclîsê jî daket 52'yan. Tevî Encu heta niha parlementeriya Fîgen Yuksekdag, Nûrsel Aydogan, Besîme Konca, Faysal Sariyildiz, Tûgba Hezer Oztur û Leyla Zanayê hat betalkirin.