Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan hat binçavkirin 2018-02-06 16:37:18 AMED – Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan li Amedê hat binçavkirin.  Hevserokê Giştî yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan li ber Buroya Ragihandina Navenda Giştî ya DBP’ê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hat zanîn ku Arslan bi hinceta hevpeyvîna wî ya di Rojnameya Evrenselê de hatiye weşandin û parvekirinên li ser medya civakî yên der barê êrîşên li ser Efrînê de hatiye binçavkirin. Polîsan, Arslan bir Şaxa TEM'ê ya Miduriyeta Polîsan a Amedê.