HDP’ê navenda TTB’ê ziyaret kir 2018-02-06 16:02:10 ENQERE - HDP’ê, endamên Konseya Navendî ya TTB’ê yên hatin berdan, ziyaret kirin.  Şandeyeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Konseya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ku ji ber daxuyaniya “Şer pirsgirêka tenduristiya civakî ye” dan di 30’ê Çile de hatin binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hatin berdan, ziyaret kirin. Şandeya HDP’ê ya dinavê de Berdevkê Partiyê Ayhan Bîlgen jî heyî, endamên Konseya Navendê Bijîşk Sezaî Berber, Selma Gungor û Şeyhmuz Gokalp li avahiya TTB’ê ziyaret kirin. Şandeya HDP’ê serkeftin ji bijîşkan re xwest û banga xwe ya aştiyê bi wan re parve kirin. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat.      DÊ CIVÎNA ÇAPEMENIYÊ LIDAR BIXIN   Hat diyar kirin ku bijîşkên endamên Konseya Navendî ya TTB’ê yên hatin berdan, dê sibe saet 12.30’an de li avahiya TTB’ê derbarê binçavkirinên xwe de, dê civîna çapemeniyê li dar bixin.