Koçyîgît: Yên ji bo serkeftinê çûn dê têkçûyî vegerin 2018-02-06 15:26:09 AMED - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyîgît, têkildarî êrîşên TSK'ê yên li ser Efrînê diyar kir ku bi armanca gelê kurd li Efrînê bifetisînin çûn û wiha got: "Li ser navê kurdên azad di Efrînê de bifetisînin bi hestê serkeftinê çûn. Lê dê têkçûyî vegerin.  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), 2'emîn Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya 2 rojan berdewam bike li salona Konferansê ya Vedat Aydin a avahiya HDP'ê ya Amedê pêk anî. Di konferansê de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyigit û Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, Hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin amade bûn. Li salonê pankarta "Em bi pergala hevserokatiyê jiyana azad ava dikin. Em faşîzm û kedxwariyê xera bikin rêveberiya xweser a Azadîparêz ava bikin" daliqandin.    'EFRÎN DÊ PIRSGIRÊKA KURD MEZIN BIKE'    Di konferansê de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, diyar kir ku gelê kurd bedelên giran dan û wiha got: "Gelê kurd tevî bedelên giran tu carî dest ji daxwaza nasnameya azad berneda. Dilê kurdan ji bo Efrînê davêje. Êrîşên li dijî Efrînê dê pirsgirêka kurd mezintir bike. Em berxwedana Efrînê bi hurmetî silav dikin. Dagirkeriya li ser Efrînê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Komên OSO ku ji ku hatine ne diyar in, wekî artêşa neteweyî êrîşî kurdan dikin. Ev yek li dijî rêveberiya kurdan e. Navê vê yekê faşîzm e. Êrîşên ku AKP'ê bi xezebek mezin li dijî kurdan da destpêkirin dê negêje armanca xwe. Ev yek dê pirsgirêka kurd bêtir mezin bike û belav bike.    'ROJAVA HÊVIYA GELÊN ROJHILATA NAVÎN E'   Arslan, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelê kurd têdikoşe. Êrîşa îro li ser gelê Efrînê tê meşandin, li dijî projeya Birêz Ocalan a jiyana hevpar, damokratîk û azad a gelên Rojhilata Navîn e. Êrîşî pergala wekhevî û reveberiya demokratîk û niştecîhî dike. Divê armanca kurdan a sereke berî her tiştî azadîkirina Birêz Ocalan be. Em xwedî hêz in ku hişmendiya li Rojhilata Navîn genî bûye biguherîne. Em li Rojhilata Navîn heviya gelan in. Paşeroja gelê Rojava ji bo gelê Rojhilata Navîn hêvîyek e."    Piştre peyama Hevseroka DBP'ê ya Sebahat Tuncel û peyama Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak hat xwendin.    'ÊDÎ SÎNOR BÊ WATE NE   Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, diyar kir ku êrîşa li ser Efrînê dagirkerî ye û wiha got: “Em dê li vîna gelê Efrinê xwedî derkevin. Bila kes ji me nexwaze ku em bitirsin. Gelê Şengalê berê xwe dan Efrînê û çûn Efrînê, nîşan dan ku sînor bê wate ne. Bila her kes zanibe ku azadî ji bo gelê kurd pir nêzîk e."    'EFRÎN DERÎ LI GELÊ KURD VEKIR'   Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî bal kişand ser îtîfaqa AKP, MHP û CHP'ê ya li dijî Efrînê wiha got: “Divê kurdên çar aliyan Kurdistanê li Efrînê xwedî derkevin. Efrînê dîsa derî li gelê Kurd vekiriye."    ‘TEVGERA FETISANDINA KURDAN E'   Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyîgît, têkildarî êrîşên TSK'ê yên li ser Efrînê diyar kir ku bi armanca gelê kurd li Efrînê bifetisînin çûn û wiha got: "Li ser navê kurdên azad di Efrînê de bifetisînin bi hestê serkeftinê çûn. Lê dê têkçûyî vegerin.  Dixwazin bi vê tevgerê kurdan bifetisînin. Bi hinceta Efrîn ji bo Tirkiye gef e êrîş dikin. Lê dinya alem zane ne wisa ye. Armanc ne gef e. Armanc Tirkiye gelê kurd ê azad naxwaze e. Êrîşî gelê kurd ê azad dike. Pergala AKP û MHP'ê statuya gelê kurd dike hedef.  Lê yên ji bo serkeftinê çûn Efrînê dê bibe têkçûna wan. "