Daxwaza akademîsyenan a 'bila dosya bibin yek' red kirin 2018-02-06 15:16:56 STENBOL - Danişîna doza 4 akademîsyenên ku îmzeya xwe avêtin bin danezana "Emê nebin hevkarê vî sûçî" hat dîtin. Akademîsyenên ku nexwest parastinê bikin, xwestin dosyayên wan bi dosyaya li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran re bibe yek. Lê heyeta dadgehê daxwaza wan red kir Akademîseynên Ji Bo Aştiyê îmzeya xwe avêtibûn bin danezana "Emê nebin hevkarê vî sûcî" û der barê wan de doz hatibû vekirin. Doza akademîsyenan li 34'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Berî danişîna dozê akademîsyenan li ber edliyeyê daxuyanî da û xwestin rêveberên Yekitiya Tabîbên Tirk serbest bên berdan.   AKADEMÎSYENAN PARASTIN NEKIR   Ji 4 akademîsyenan 3 ji wan li dadgehê bûn. Akademîsyenan parastin nekir. Di danişîna dozê de daxwaz kirin ku dem, berat û daxuyaniya di heman danezanê de ku doza yekemîn e, bila bi dosyaya doza li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran ve bibe yek, lê daxwaz red kirin. Heyeta dadgehê ji derveyê demê hemû daxwaz red kirin.   Akademîsyenên îro danişîna doza wan hat dîtin, Prof. Dr. Fulya Atacan a ji Zanîngeya Teknîkê ya Yildizê hat îxrackirin û Alk. Doç. Burak Ulman, peywirdarê hîndekariyê yê Zanîngeha Maltepeyê hat îxrackirin Merîç Taylan Mutlu û ji Zanîngeha Marmarayê jî Fira Çapan ê hat îxrackirin hat dîtin.   ‘EZ BI KHK'Ê ÎXRAC BÛM’   Destpêkê doza Prof. Dr. Fulya Atacan destpêkê û serokê dadgehê pirsa “Hûn çi karî dikin?” ji Atacan kir, wê jî bersiva “Ez bi KHK'ê hatim îxrackirin” da serokê dadgehê. Atacan, aşkera kir ku îdianame nedane wê ji ber wê ew naxwaze parastinê bike. Parêzerê Atacan Emel Atakturk aşkera kir ku dosya teblîxê wan nehatiye kirin, ji bo parastinê dem xwest. Dozger daxwaza ji bo demê qebûl kir û doz taloqî 5'ê Tîrmehê kir.   ‘TENÊ NAVÊ BERSÛCAN ZÊDE BÛN’   Piştre doza Alk. Doç. Dr. Burak Ulman dest pê kir. Ulman û parêzerê xwe amade bû. Ulman jî aşkera kir ku îdianame teblîxê wê nekirine, parastin nekir û ji bo parastinê dem xwest. Parêzer Sevgî Epçelî Arslan ji bo miwekîlê xwe demil dest beraet xwest û daxwaz kir ku dosyaya li ACM'ê ya 13'emîn de bê celbkirin û bikin yek.   Parêzer Aslan daxwaza celbê dosyeya hejmara esas a 2016/65 ji 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê kir û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Îdianame yek in. Tenê navê bersûcan guhertine. Li 13’êm Dadgeha Cezayê Giran di dosyeyê de biryarên yekbûn û yê bêraetên cuda yên dozger hene.”    DAXWAZAN RED KIRIN    Dozger daxwaza anînbahevbûnê red kir. Heyeta dadgehê daxwaza anînbahevbûna dosyeya li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran red kir û danişîn taloqî 5’ê tîrmehê kir.    ‘LÎSTIKEK TRAJÎK E’    Danişînê sêyemîn a rojê ya xwendekarê doktora Merîç Taylan Mutlu bû. Mutlu û parêzerê xwe amade bû. Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Parêzer Merîç Eyuboglu got ku ew demil dest daxwaza berat û anînbahevbûnê dikin û got: “Dosyeyên bi hiqûqî cuda bi fîlen gihandine hev mijara gotinê ye. Em daxwazên xwe yên berê dubare dikin. Tişta em dijîn lîstikek trajîk e.” Dozger di mutala xwe de reda daxwaza anînbahebûna dosyeyê xwest. Heyeta dadgehê jî anînbahevbûna dosyeyê red kir û danişîn taloqî 10’ê tîrmehê kir.    Danişîna dawî ya rojê ya Firat Çapan bû. Çapan beşdarî danişînê nebû û parêzerên wî Merîç Eyuboglu û Hazal Pekşen amade bûn. Parêzeran got ku miwekîlê wan ji ber çûye navnîşanek din îdianame ne gihîştiye wî. Li ser vê yekê heyeta dadgehê danişîn taloqî 10’ê tîrmehê kir.    DANIŞÎNA 89 KESAN HAT DÎTIN    Dozger Îsmet Bozkurt di îdianameya amade kir de akademîsyen bi hinceta “Propaganda rêxistina terorê kirin” tên darizandin. Dozan di 5’ê kanûnê de dest pê kir. Heta niha danişînên ewil ên 89 kesan hatin dîtin.