Daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut hat redkirin 2018-02-06 14:04:31 AMED – Dadgehê îtîraza li dijî serbest berdana polîsê kujer Y.Ş. ê ku Kemal Kurkut di Newroza Amedê de kuştibû red kir.  Di 21’ê Adara 2017’an de li Newroza Amedê polîs Y.Ş. xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut gulebaran kiribû û ew kuştibû. Kujer Y.Ş. ji sûcê “Kuştina bi qestî ya muhtemel” bi cezayê muebet dihat darizandin û biryara serbest bê darizandin hatibû dayîn. Îtîraza li dijî biryara serbest darizandina Y.Ş. piştî 2 mehan gihîşt encamê. Di danişîna ewil a li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku hat dîtin, parêzerên Kurkut xwestibûn kujer Y.Ş. girtî bê darizandin. Dozgerê dozê jî mutala xwe dabû û daxwaza girtina polîs kiribû. Lê heyeta dadgehê ku li dozê dinêre daxwaza girtina polîsê bersûc red kir.    Li ser vê yekê perêzerê malbata Kurkut, Reyhan Yalçindag Baydemîr li dijî biryarê îtîrazê bir dadgehek bilind a 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran Amedê. Li gel îtîrazan jî heyeta dadgehê bi hincetên “Li gorî qanûn û qayde ye” û “Di biryarê de tu bêîsabetî nayê dîtin” daxwaza girtina polîs red kir.