13 kesên binçav kirin serbest berdan 2018-02-06 13:56:49 AMED - Hêzên dewletê li navçeya Licê maşîneyek dabûn ber guleyan û 4 kes kuştibûn û di çarçoveya lêpirsîna de 13 kes binçav kiribûn. Piştî lêpirsînê 13 kes serbest berdan. Li ser rêya bejayî ya Amed-Çewlikê di 2'yê Sibatê de maşîneyek dan ber guleyan û 4 kesan jiyana xwe ji dest da. Li navçeyê di serdagirtina malan de 7 ji wan jin, 13 kes binçav kirin. Welatiyên li Fermandariya Cendirmeyan a Licê îfadeya wan hat girtin, serbest hatin berdan.   Hat diyarkirin malbata Murat Uçer ê di maşîneyê de ji ber gulebaranê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê Uçer teşhîr kiriye û biriye Erganiyê   Ajansa Anadoluyê der barê bûyerê de nûçe weşandibû û îdia kiribû ku di bûyerê de Berpirsyarê Eyaleta Amedê yê PKK'ê Murat Uçer (Eylul Erganî), Velî Taşkirin (Botan), Îhsan Ekîncî (Brusk Êlih) û Veysel Çelîk jiyana xwe ji dest dane. Lê Îhsan Ekîncî yê ku AA'yê îdia kir ku hatiye kuştin, ji 9'ê Îlona 2016'an vir ve li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de girtî ye.