Bi hinceta stranên kurdî tê guhdarkirin deriyê qehwexaneyê mohr kirin 2018-02-06 13:49:59 ERZIROM – Li Qereçobanê ji ber li kehwexaneyekê stranên kurdî lê dihatin guharkirin bi hinceta “Hevgirtina welatê dewletê û gel nayê parçekirin, fîlm û vîdeoya zerarê dide pergala makezagon û ewlehiya giştî” hat mohrkirin.  Li navçeya Qereçobanê ya Erziromê qehwexaneya  Hîndîstan Beyazduman, bi hincetên “Stranên kurdî dide guhdarkirin” û “Kurdî tê axaftinê” ji bo 10 rojan hat mohrkirin. Hat zanîn ku şûna vê qehwexaneyê di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de wek buroya hilbijartinê ya HDP’ê hatiye bikaranîn û polîsan bê navber bi hinceta “Stranên kurdî li vir tê guhdarkirin” gelek caran bi ser de girtine. Serê sibê polîsên tîmên taybet, polîsên sivîl û zabiteyan bi ser qehwexaneyê de girt. Piştî lêgerîna li qehwexaneyê ji zabiteyên şaredariyê ya qeyûm lê hatibû tayînkirin mohr li derî xistin.    HINCET: HEVGIRTINA WELAT NAYÊ PARÇEKIRIN    Di teblîxata hinceta girtina qehwexaneyê ya radestî xwediyê wê Beyazduman kirin ev tişt hat gotin: “Li gorî xala 8-D a qanûna hejmara 2559’an, hevgirtina welatê dewletê û gel nayê parçekirin, pêşandana fîlm û vîdeoya zerarê dide pergala makezagon û ewlehiya giştî.”   ‘OPERASYONÊ LI DIJÎ ÇAY Û ÇAYDANK PÊK ANÎN’    Beyazduman diyar kir ku berê jî polîsan bi ser qehwexaneya wî de digirt û got: “Di hilbijartinan de min şûna qehwexaneya xwe wek buroyê da HDP’ê. Ji wê rojê şûn vê zextan dest pê kir. Polîs, zabite û tîmên taybet serê sibê hatin dikanê û tenê li gel wan helîkoptêr tune bû. Li navçeyê kî hebû û çi hebû anîn bûn ber qehwexaneyê. Li qehwexaneya min esrar an jî çek tune bûn. Tenê çaydank û çay hebû. Wekî din dê çi hebe. Yanî operasyon li hember çaydank û çayê pêk anîn.”    'DIXWAZIN ZIMANÊ ME QEDEXE BIKIN’    Beyazduman bertek nîşanî hinceta mohrkirina kargeha xwe da û wiha axivî: “Di her serdegirtinê de digotin ‘Çima li vir stranên kurdî tê guhdarkirin? Çima herî zêde li vir bi kurdî tê axaftin. Başe di axaftina kurdî de çi heye. Bi kurdî axaftin û stran guhdarkirin ne qedexe ye. Li her deverê tê axaftin û guhdarkirin. Bi vî awayî dixwazin li her deverê zimanê me qedexe bikin. Bêguman em ê bi zimanê xwe zikmakî biaxivin û ev mafê me yê herî xwezayî ye. Tehamulî zimanê me jî nakin. Li gel van zextan jî ez ê wek berê qehwxaneya xwe vebikim.”    Beyazduman da zanîn ku debara xwe bi qehwexaneyê dike û li dijî vê pêkanîna kêfî banga hestiyariyê kir.