Parêzerên Erdogan xwestin Eren Keskîn ji baroyê bê derxistin 2018-02-06 13:34:32 STENBOL - Parêzer Eren Keskîn, diyar kir ku parêzerên Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan ji bo Baroya Stenbolê bê derxistin serlêdan kirin.  Parêzerê Baroya Stebolê Eren Keskîn di hesabê Twîttera xwe ya takekesî de, daxuyaniyek da û wiha got: “ Parêzerên Serokomar Erdogan, ji bo min ji baroyê derbixin serlêdan kirin. Êdî azadiya îfadeyê gehiştiyê vê xalê!!!”    Keskîn ku di heman demê de Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê ye, 10 salin li Tirkiyeyê têkoşîna mafê mirovan dide û bi dehan doz derbarê Keskîn de hatine vekirin.