Tirkiye parastina Cizîrê da DMME'ê: Yên hatin kuştin divê sivîlên masum neyên dîtin 2018-02-06 12:34:07 ŞIRNEX – Tirkiye, têkildarî welatiyên li jêrzemînên Cizîrê hatin kuştin, parastina Cizîrê ji DMME'ê re şand.  Tirkiye, di parastinê de xwest kesên hatine kuştin wekî “sivîlên masûm" neyên dîtin. Tirkiye tevî ku serlêdana ji bo 48 kesan bi biryara bêşopandinê bi encam nebû jî wekî ku darizandina kesên berpirsiyar didome nîşan da.  Di ser komkujiya jêrzemînên li Cizîrê ya 7'ê Sibata 2016'an re 2 sal derbas bûn. Tevî 2 sal derbas bûn jî kes nehat darizandin. Der barê dosyayê de jî biryara neşopandinê hat dayîn. 2 sal berê di qedexeya derketina kolanan de sivîlên ku xwe di jêrzemînan de parastin, li şûna alîkarî ji wan re bê şandin bi bombeyan êrîş kirin û di jêrzemînê de hatin kuştin. Mirov di jêrzemînan de bi saxî hatin şewitandin û kuştin. Kesên di jêrzemina taxa Sûrê ya kolana Akdenizê de hatin şewitandin, bi sedema encama testa DNA nehatiye diyar kirin hêj li goristana bêkesan hatiye definkirin. Hêj nasnameyên wan nehatiye zelalkirin.    Parêzerên ÎHD'ê û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ya bi KHK'ê hat girtin, ji bo kesên di 3 jêrzemînan de jiyana xwe ji dest dan di 11'e Sibata 2016’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) dan. Li ser vê yekê Midûriyeta Giştî ya Karên Derve û Hiqûqa Navneteweyî Wezareta Edaletê, bi îmzeya Serokatiya Daireya Mafên Mirovan di 12'ê Tîrmeha 2017’an de parastin da DMME'yê.    ÎDÎAYA TIRKIYE: RAPORA RÊXISTINÊN DEMOKRATÎK BELGEYÊN ŞÊNBER NÎŞAN NADE    Tirkiye di beşa parastina Cizîrê ya yekemin de parast ku rapora rêxistinên demokratîk û sivîl li ser belgeyên şênber nehatiye amadekirin. Tirkiye parast ku rapor li ser agahiyên giştî hatiye amadekirin.    TIRKIYE: BERPIRSIYAR HATIN DARIZANDIN'    Tirkiye parast ku Tirkiye dewleta hiqûqê ye û li gorî strantartên navneteweyî tev geriya ye. Tirkiye parast ku "Giştînameya Hikûmetê" ya Serokwezîrtiyê ji Walî û Qeymeqamiyan re şandiye hiqûqî ye. Beşa “Pêvek-13”  jî di “Giştînameya hikûmetê de" neda xuyakirin. Di beşa “fermana hikûmetê" de jî “...operasyona têkoşîna bi terorê re" ji aliyê  erkdarê herî jor ve hat şopandin. Îdîayên muameleya xerab bi baldarî hatiye şopandin û kesên berpirsiyar hatine darizandin."    'LI GORÎ PÊDIVIYÊ OPERASYONÊ TERORÎST HATIN ÎNFAZKIRIN'    Tirkiye di parastinê de got: "Li kolana Niran a Cûdî terorîstan xaniyek şewitandine û hin teroristên din li gorî pêdiviyên operasyonê tertristên din înfaz kirine. Tevî israr û banga hêzên ewlehiye gule berdane. Tevî ku ambulans şandine navnîşanê jî kes ji malê derneketiye."    DERYA KOÇ: DIBE KU EM JÎ BIŞEWITIN     Dijperi parastina Tirkiye Seroka Navçeya Mîlasê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Derya Koç, dema asê mabû bi riya telefonê gotibû: "Niha rewşa me pir krîtîk e. Li jêrzemînê nêzî 20 hevalên me hatin şewitandin û kuştin. Em 20 kes sax mane. Niha der û dorê me bi tangan hatiye pêçan. Gule berdidin me. Dibe ku em jê bişewitin. Dibe ku telefon bê qutkirin. Divê ez bigirim. Niha li dora me ne."      DER BARÊ ÎNSANÊN HATIN ŞEWITANDIN DE TIŞTEK TUNE   Di 3 jêrzemînan de 143 mirov hatin şewitandin û qetilkirin. Lê Tirkiye di parastinê de der barê kesên hatin şewitandin de tu tişt negotiye. Tirkiye parast ku xizmên kesên jiyana xwe ji dest dan di operasyonê de li dijî polis û leşkeran hêza bê sînor bikar anîne. Tirkiye dîsa parast ku hêj hiqûqa navxweyî bi encam nebûye serî li DMME dane. Dîsa Tirkiye parast ku cenaze piştre hatine şewitandin. Tirkiye parast ku hikûmetê di milê darizandin û lêpirsîne de erk û peywira xwe pêk anîye û di milê hikûmetê de tu kêmasî çênebûye.  Tirkiye anî ziman ku xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane jî ne mexdûr in.    'YÊN LI BENDA ALÎKARIYA TIBBÎ BÛN NE MIROVÊN MASÛN BÛN'   Tirkiye dîsa parast ku kesên jiyana xwe ji dest dane ne sivîlên mahsûm in û alîkariya wan a tibbî tune yû. Tirkiye xwest DMME serlêdana malbatan red bike.