Parêzerên Ocalan cara 728’emîn serlêdan kirin 2018-02-06 11:59:45 STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi boneya bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin cara 728’emîn serî li Serodozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Cengîz Çîçek, Serbay Koklu û Raziye Turgut bi boneya sibê bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve ev bû 728 car parêzer ji bo hevdîtinê serlêdan dikin.   Serlêdana daxwaza parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte OHAL” 727 car hatin redkirin.