Girtiyan bi saetan kelepçekirî di nezaretxaneyê de radigirin 2018-02-06 11:49:10 STENBOL – Hat îdiakirin ku ji Girtîgeha Silîvrî Hejmara 9’an dema girtiyan dibin nexweşxaneyê yan jî danişîna bi saetan kelepçekirî li nezaretxaneyan disekinînin.  Hat diyarkirin li Girtîgeha Silîvrî Hejmara 9’an dema girtiyan dibin nexweşxaneyê yan jî dibin danişînê bi saetan li nezaretxaneyê tên rawestandin.    Hat îdiakirin ku dema girtiyan disekinînin kelepçeyê ji destê wan dernaxin û carnan tevahiya rojê girtiyan bi kelepçekirî di nezaretxaneyan de disekinînin. Hat zanîn ku Nasrullah Kuran û Çetîn Arkaş ên li Girtîgeha Îmraliyê li cem Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan demek man û girtî Servan Kaya jî bi vê pêkanînê re rû bi rû mane.    'EM LI KESÊN DIYAR PÊK TÎNIN’    Girtiyan li dijî vê rewşê îtîraz kir. Lêşkeran ev bersiv da girtiyan: “Me ferman ji jorê girt û em vê pêkanînê li kesên diyar pêk tînin.” Girtiyan ragihand ku vê pêkanîna li ser wan ferz dikin wek îşkenceyê li ser xwe dibînin.