Wezîrê Parastina Efrînê: Ji 7 salî heya 70’î salî li ser piyane 2018-02-06 11:04:54 EFRÎN - Wezîrê Parastina Efrînê Behçet Ebdo, diyar kir ku ji roja herêmên xwe diparêzin û vir ve, rastî êrîşên Tirkiyeyê tên û wiha axivî: “Di 20’ê Çile de êrîş derketin asta herî jor û di van êrîşan de bi hemû cûreyên çekan li dijî me şer dikin. Li dijî van êrîşan ji 7 salî heya 70’î salî em li ser piyane.” Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî êrîşên bejahî û hewayî yên Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) û komên OSO şerek mezin dide. Di pevçûnên 18 rojin berdewam dikin de, hêzên TSK û OSO windayan didin. Wezîrê Parastina Efrînê Behçet Ebdo, diyar kir  tu eleqeya Efrîn sînorên Tirkiyê tehdît dike bi van êrîşan re tuneye û wiha axivî: “Ev hemû hincetên hikûmeta AKP’ê ne û rastiyê venabêjin. Tirkiye 7 salin, tim bi hincetên cûda êrîşî herêma me dike, lê tu carî me êrîşî sînor û herêma wê nekir.”     'ÊRÎŞ HER TIM HEBÛN'   Ebdo, anî ziman ku ji roja wan xwestiye herêma xwe biparêzin û vir ve Tirkiye êrîş wan dike û wiha bilêv kir: “Her sala derbas bû, êrîşên xwe zêdetir kirin. Dem bi dem roket avêtin binecihên sivîlan. Li sivîlên çûn zeviyên xwe gule reşandin. Welatiyên sînor derbaskirin û xwestin vegerin welatên xwe îşkence kirin û kuştin. Niha jî di asta herî jor de êrîş dikin. Bi rojane hemû awayên çekan bikar tînin û li ser gel diceribîn in. Cihên ku dikevinê talan dikin. Li dijî sivîl û hêzên QSD’ê bi tanqên ji Elmanyayê kirîne êrîş dikin. Tanqên Elmanyayê bikar tînin. Ev tanq sivîlan qetil dikin.”    'EFRÎN KELHA BERXWEDANÊ YE'   Ebdo, da zanîn ku bi erêkirina  Rûsyayê re Tirkiye êrîşê Efrînê dike û wiha berdewam kir: “Berxwedana QSD’ê ya bi gelan re, hemû planan têk dibe. Gotin dê çend rojan bikevin Efrînê. Va ye em li 7 salî heya 70’î salî li ser piyane. Em ê dest nedin dagirkeriyê. Êdî gelên li vir, pijiyane. Dê ji vir  û şûn de wisan bi rehetî nekarîn bikevin vir. Efrîn kelha berxwedanê ye.”     ‘ÇEKÊN QEDEXE BIKAR TÎN IN’   Ebdo, destnîşan kir ku Tirkiye hin çekên bi kar tîne, dibe ku çekên qedexekirî bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber vê gumanên me hene. Derbarê vê yekê de lêpirsînên me berdewam dikin. Piştî hinek çek hatin bikaranîn, pirgirêka bêhntengiyê di şervanên me û mirovên li herêmê dijîn de derket holê.  Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku di vê mijarê de lêpirsîn bidin destpê kirin.”   MA / Nazim Daştan