'Xizir hêza alîkariya kesên ketine zorê ye' 2018-02-06 10:24:09 DERSIM - Ana Menşûre Dogan diyar kir ku Meha Xizir ji bo elewiyan sembola xweşbînî, hezkirin û yekîtiyê ye û wiha got: "Xizir hawara kesên ketiye zorê ye. Divê elewî vê meha pîroz her dem zindî bihêlin."  Meha Xizir ku ji bo elewiyan mehek pîroz e û sembola hezkirin, aramî, xweşbînî, bereket û heviyê ye di sibatê de dest pê dike. Her sal rojiya Xizir di meha sibatê de di rojên cuda de tê girtin. Li hin herêman di rojên 9, 10 û 11'ê sibatê de, li hin herêman di 13, 14, 15'ê Sibatê de 3 rojan, rojiya Xizir tê girtin. Li hin herêman 3 roj, li hin herêman 5 ango 7 rojan rojî tên girtin. Ji bo elewiyan ji ber ku di meha Sibatê de rojiya Xizir tê girtin, Sibat mehek pîroz e. Ji Dayikên Ocaxa Derviş Cemal Menşure Dogan qala girîgî û wateya meha Sibatê û Rojiya Xizir kir.    XIZIR HAWARA KESÊN KETINE ZORÊ YE   Ana Menşûre Dogan diyar kir ku Meha Xizir ji bo elewiyan sembola xweşbînî, hezkirin û yekîtiyê ye û wiha got: "Xizir hawara kesên ketiye zorê ye. Divê elewî vê meha pîroz her dem zindî bihêlin." Dogan, anî zimanku li Dersimê bi piranî 3 rojan rojiya Xizir tê girtin û wiha got: "Xizir hawara kesên dikeve zorê ye. Bi zaravayê Kirmanckî dibêjin “Ya Xizirê sata tenge” Xizirê roja teng. Wekî hawara kesê roja zorê tê naskirin. Dema piyê me li kevir deve jî em bang li Xizir dikin. Xizir her dem li her derê ye. Dema em dikevin tengasiyê em dibêjin ‘Ya Xizir’. Ji bo me pîroz e. Wekî qasidê xwedê û melekê qenciyê ye. Em divê mehê de rojî dikin û şikiriya xwe ji Xizir dikin. Em li dijî zilm û zordariya li ser civakê tê ferzkirin bang li Xizir dikin. Em rojî digirin Yên bixwazin qurbanê bidin qurban didin. Yên lokmayên wan hebe li ser kaniyan belav dikin. Di meha Xizir de bi taybetî roja pencşemê li malekê kom dibin û dua dikin. Niyet tê girtin, qurban tê dayîn û lokma tê belavkirin.    'RAWESTÎNA LI DIJÎ ZILMÊ YE'    Dogan,  anî ziman ku tirsa pîra wê ya herî mezin ew bû ku ew rêya xwe winda bikin. Tirsa wê ew bû ku bawerî û zimanê xwe winda bikin. Em vê mîrate û çanda ku mezinê me ji me re hiştiye diparêzin û zindi dikin. Îbadet û çanda di meha Xizir de tê kirin ne bi zorê ye. Li ser dildarî û baweriyê ye. Di vê mehê de aramî, hezkirin û merhamet zêde ye. Li dijî zilmê dua û daxwaz tên kirin. Li dijî zilmê dibêjin "Raweste" Xizir rawestîna li dijî zilmê aramî û başî ye. Divê gelê Elewî tu carî meha Xizir û çanda Xizir ji bir nekin. Divê wê biparêzin û pêş bixin.    MA / Semra Turan