AA'yê got 'di pevçûnê de hat kuştin', lê 17 mehin girtî ye 2018-02-06 09:03:06 ÊLIH -Ajansa Anadolûyê di nûçeyeke xwe de, der barê Îshan Ekîncî de gotibû di 2'yê Sibatê de di pevçûnê de hatiye kuştin. Lê  derket holê ku Ekîncî ji sala 2016'an ve di girtîgehê de ye.  Ajansa Anadolûyê (AA), di nûçeya xwe ya der barê pevçûna ku di 2'yê Sibatê de li Liceya Amedê pêk hat de, îdia kiribû ku di vê pevçûnê de 4 HPG'î hatine kuştin û ji vana yek jê jî Îshan Ekîncî ye. Lê  derket holê ku Îshan Ekîncî ji 9'ê Îlona 2016'an ve di Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de ye. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Êlihê bi îdiaya "dema bombe diavêt polîsan destê xwe winda kiriye" 3 sal û 4 meh ceza li Ekîncî birîbû, lê belê heman dadgeh derpêş kir ku "di pevçûneke kadroya çiyê de destê xwe winda kiriye."    DI GIRTÎGEHÊ DE YE    Li gor nûçeya 2'yê Sibatê ya AA'yê, hat îdiakirin ku li ser îxbarekê li gundê Dernek ê Liceya Amedê Berpirsiyarê Eyaleta Amedê yê PKK'ê Mûrat Uçer (Eylul Erganî), Velî Taşkiran (Botan), Îhsan Ekîncî (Brûsk Êlih) û Veysel Çelîk hatin kuştin. Di navçeya navborî de navê Îshan Ekîncî wek "Îhsan Ekîncî" hat nivîsandin û wêneyê ku li ser şûna mohrê heye jî ji ewraqeke fermî hatiye wergirtin. Di nûçeya AA'yê de hat diyarkirin ku pevçûn çê bûye. Lê belê Ekînciyê ku hat diyarkirin di vê pevçûnê de hatiye kuştin, ji 9'ê Îlona 2016'an ve di Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de ye.    Di Sibata 2013'an de ji zendê ve destê wî yê rastê qut bûye. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Êlihê der barê destê Ekîncî de jî îdia kiribû ku dema li bejahiya Liceyê bûye di navbera 4-7'ê Kanûna 2016'an di dema operasyonan de pevçûn qewimî û di wê pevçûnê de destê xwe winda kiriye û der barê wî de doz hatibû vekirin.    Piştî malbata Ekîncî hay ji nûçeyê çê dibe serî li parêze Mesût Aydin dide. Aydin jî piştî hay ji rewşê çê dibe bi girtîgehê re hevdîtin çê kir û wiha got: "Der barê muwekîlê min de îthamên bêbinî hene. AA, agahiyên nasnameyî û wêneyê muwekîlê min ji kuderê peyda dike? Mafên kesayetî yê muwekîlê min hatine binpêkirin. Li ser daxwaza malbatê em ê kirariyên qanûnî bidin destpêkirin."