Çapemeniya hewzê li vî aliyê sînor şer sor dike 2018-02-06 09:01:14 HATAY - Çapemeniya berbelav bi dîmenên mîzansenî yên der barê êrîşên Efrînê de parve dike û dibêje "em li ser sînor in". Lê belê noqteya ku endamên çapemeniya berbelav lê bi cih dibin 10 kîlometre dûrî sînor e. Li hêla din jî şêniyên navçeyê tên mexdûrkirin û tekane daxwaza wan aştî û ewlehî ye.  Êrîşên Hêzên Çekdar ê Tirk (TSK) û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê di roja 18'an de ye. Ji ber êrîşan û pevçûnan li heremê sivîl dimirin û li vî aliyê sînor jî, şêniyên li Kilîs û Hatayê jî ji ber şer û pevçûnan diqilqilin. Ji bo operasyon bê rewakirin, roket û hewan li van bajaran dikevin û ev yek di nazara gel de bûye cihê gumanên mezin. Li gel van gumanan tirs û gumanên gel jî zêde dibin. Ji ber herêma sînor a Kilîs û Hatay ji aliyê walîtiyan ve "herêma ewlehiya taybet" hatine îlankirin, destûr nayê dayîn ku rojnamevanên muxalif û gel nêzî van herêman bibin.    Lê belê ev rewş ji bo çapemeniya berbelav û çapemeniya hewzê ya Serokwezîr Bînalî Yildirim ew kom kirin û 15 madeyên ku divê di dema nûçeyan de hay ji wan hebin ne derbaddar e. Rojnamevanên li gor çarçoveya ku hikûmetê diyar kiriye tevdigerin û hewl didin şer gur bikin, li mewkiya Akbez a girêdayî navçeya Hassa ya Hatayê bi cih bûne û ev jî bi qasî 10 kîlometreyan dûrî sînor e. Lê belê ev rojnamevan diyar dikin ku ew li ser sînor in û wek ku li ser sînor bin weşana xwe dikin.    DÎMENÊN MÎZANSIYENΠ   Ji wê noqteya ku ew lê bi cih bûne tenê duxana ko ji ber bombeyan derdikeve dixuyê, wekî din tiştek naxuyê. Ji ber vê saziyên çapemeniya biyanî piştî demekê ji vir çûn. Lê çapemeniya nêzî hikûmetê, ji hêlekê ve metnên ku TSK'ê amade kiriye û ji hêlekê ve jî dîmenên mîzansyenî yên welatiyên di rê de ku alayan dixin destê wan propagandayeke netewperest dikin.    GELÊ BAJÊR: DERÛNIYA ME XIRAB BÛ    Her wiha welatiyê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bêje, diyar kir ku ew nizanin dê çi bikin û ev tişt got: "Li vir gel herî zêde debara xwe bi çandiniyê û qaçaxçîtiyê dike. Piştî ev şer dest pê kir êdî em nikarin tu karî bikin. Tirsa ku dê bombe li vir jî bikevin, mirov ji malê dernakevin. hem ji ber rewşa abor, hem jî ji ber bombeyan derûniya me xirab bû."    'EM ŞER NAXWAZIN'    Her wiha welatiyekî din yê nexwest navê xwe bêje jî destnîşan kir ku êdî esnaf nikarin kar bikin û mirov ji tirsa ji malê dernakevin. Welatî wiha got: "Di destpêka operasyonê de bi şev û biroj sirûda mehterê lê diket. Leşkeran ala li her kesî belav dikir û digotin daliqînin. Gelek çapemeniyên ku tên vir wek ku em destekê didin şer me nîşan didin. Lê em şer naxwazin, em aştî û ewlehiya vir dixwazin."