Hevşaredarê hezexê Aslan: Serdana esnafan jî sûc hatiye hesibandin 2018-02-06 09:00:50 ŞIRNEX - Hevşaredarê Hezexê Mehmet Muhdî Aslan, ku di danişîna ewil de hat berdan, got alîkariyên bi destûra walîtiyê hat berhevkirin û serdanên esnafan sûc hatine nîşandan.  Hevşaredarê Hezexa Şirnexê Mehmet Muhdî Aslanê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û di 25'ê Îlona 2016'an de bi îdiayên "Endamtiya rêxistinê" û "Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" hat girtin, piştî 17 mehan şûn de di danişîna ewil de hat berdan. Aslan balê kişand ser nakokî û tawanbariyên di îdianameyê de. Aslan destnîşan kir ku mufetîşên hatine tayînkirin, diyarkirine ku pêdivî bi vekirina lêpirsînê tune ye, lê belê dîsa jî qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin. Aslan, bi lêv kir ku merasîmên cenazeyan û daxuyaniyên çapemeniyê yên tev li wan bûne sûc hatine hesibandin û wiha got: "Li navçeyeke ku me ji sedî 84'an deng wergirtine, jixwe wê şaredar ji bo cenazeyan wesayîta cenazeyan bişîne. peywireke şaredariyê jî ew e ku cenazeyan veşêre. Ji bo veşartina cenazeyan dozgerî fermanê dide û emniyet û cendirme jî gazî dike. Ev cenaze li ser fermanan tên definkirin."    Aslan balê kişand ser şahidên nepen ên di îdianameyê de cih digirin û wiha got: "Bi mehan afîşên me li ser dîwar û kolanan daliqandî man. Ji bo îdianame bê nepixandin gotine 'tev li merasîma cenazeyan bûye, di refa pêşî de cih girt.' Helbet wê şaredar di merasîmnê de li pêş be." Aslan, destnîşan kir ku xizmatên ku şaredariyê kirine di îdianameyê de cih negirtine û alîkariyên ku wan bi destûra walîtiyê ji esnafan berhev kiriye û serdanên esnafan jî wek "alîkariya ji bo rêxistinê" di dosyeyê de cih girtiye û wiha got: "Serdana esnafan jî sûc hatiye hesibandin. Nexwe wê çaxê hemû hezexî endamên rêxistinê ne."