8 rêveberên TTB'ê bi şert hatin berdan 2018-02-05 18:46:43 ENQERE – 8 endamên TTB'ê yên li dijî şerê li ser Efrînê danezana “Şer pirsgirêka tenduristiya civakî ye" belavkirin û hatin binçavkirin li dadgehê  bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.  8 endamên Konseya Navendî ya TTB'ê bi şertê kontrola Edli hatin berdan. 11 Endamên Konseya Navendî ya Yekitiya Tabibên Tirk (TTB), li ser sorkirina Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan  bi sedema îmze avêtine bin daxuyaniya "Şer pirsgirêka tenduristiya civakî ye" di 30'ê çile de hatin binçavkirin. 3 endamên konseyê Sînan Adiyaman, Şeyhmus Gokalp, Ayfer Horasan, piştî 3 rojan di bin çavan de man di 2'ê Sibatê de bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 8 endamên konseyê piştî 7 rojan di bin çavan de man îro sewqî edliyê kirin. Endamên TTB'ê Prof. Dr. Raşit Tukel, Prof. Dr. Taner Goren, Prof Dr. Funda Obuz, Dr. Hande Arpat, Dr. Selma Gungor, Dr. Sezai Berber, Dr. Yaşar Ulutaş, Dr. Bulent Nazim Yilmaz sewqî dadgehê hatin kirin bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.