Serokatiya Meclîsê pirsnameya der barê afîşên kurdî de red kir 2018-02-05 15:58:53   ŞIRNEX - Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik piştî Qeyûma Cizîrê afîşên kurdî ji otobusên şaredariyê rakirin, pirsname da meclîsê. Serokatiya Meclîsê bi hinceta 'Ne li gorî rêziknameya navxweşî ya meclîsê ye" red kir.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, têkildarî jêkirina afîşa kurdî ya Qeyûma Cizîrê ji otobusa gel a şaredariyê rakir, pirsname da meclîsê. Bîrlîk, bi daxwaza ku Wezîrê Karen Hundir Suleyman Soylu bibersivîne pirsname da meclîsê. Lê serokatiya Meclîsê bi hinceta "Naverok ne li gorî rêziknameya navxweşî ye" pirsname red kir.    Bîrlîk di pirsnameyê de gotibû Çima kurdî ku bi milyonan kurd pê di axivin wekî sûc tê dîtin? Welatiyên ku zimanê wan kurdî ye û bi tirkî nizanin, çima afîşa bi zimanê wan tê rakirin? * Zimanê zikmaki ku wekî mafê bingehîn ê mirovan e ger ku azad neyê axaftin dê bêtir pirsgirêkan zêde bike. Qedexekirina ziman ne nîşaneya ne demokratîkbûna Tirkiye ye?."