Rojnameger Kartal û rêveberê Malên Gel Goçmuş hatin berdan 2018-02-05 15:46:49 ÎZMÎR – Polîsan Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Îz Umît Kartal û Rêveberê Malên Gel Ugur Goçmuş ên ji ber parvekirinên li dijî şer derketibûn binçav kiribû, hatin berdan.  Polîsan li Îzmîrê Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Îz Umît Kartal û endamê Lîjneya Rêveberiya Malên Gel (Halkevlerî) Ugur Goçmuş bi hinceta parvekirinên li ser medya civakî yên li dijî şer ew binçav kiribû. Kartal û Goçmuş piştî kar û barên li Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê sewqî dadgehê kirin. Kartal piştî îfadeyên li dozgeriyê hat berdan û Goçmuş jî sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê kir. Goçmuş jî li dadgehê hat berdan.