Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan li Nisêbînê hat binçavkirin 2018-02-05 15:15:11 MÊRDÎN – Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan li Nisêbînê bi hinceta der barê wê îxbar heye hat binçavkirin.   Polîsan li taxa Abdulkadîrpaşa a Nisêbînê Mêrdînê aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan binçav kir. Polîsan bi hinceta der barê Gokkan de îxbar heye ew binçav kir û Gokkan birine Miduriyeta Polîsan Mêrdînê.