Ji siyasetmedarên jin nameyên Efrînê 2018-02-05 14:52:16 ENQERE - Siyasetmedarên jin ên girtî, ji Girtîgeha Kandirayê ji bo rawestandina êrîşên li ser Efrînê, ji AK, PE, BM û AGÎT’ê re name şandin.  Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Aysel Tugluk, parlamenterên HDP’ê Burcu Çelîk Ozkan, Çaglar Demîrel, Gulser Yildirim, Selma Irmak û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Demîrel, hevşaredar Edîbe Şahîn, Gultan Kişanak û Nurhayat Altun ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ji bo rawestandina êrîşên li ser Efrînê, ji balyozxaneyên welatên endamên Parlamentoya Ewropa (PE), Konseya Ewropa (KE), Neteweyên Yekbûyî (NY), Teşkîlata Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (AGÎT) û Yekîtiya Ewropayê (YE) re name şandin.      Nameya siyasetmedarên jin şandin wiha ye:    “Em jinên parlamenter bi awayekê bêmaf û bêhiqûq hatin girtin û ji salekê zêdetire di girtîgehên Tirkiyeyê de tên girtin. Em hevşaredar û siyasetmedaran. Tirkiyeyê operasyonala leşkerî li dijî Efrînê daya dest pêkirin û derbarê vê yekê de gumanên me hene. Me xwast em banga xwe ya çareseriya demokratîk û aştiyane bigihînin we jî.    ÊŞA HERÎ MEZIN JIN DIJÎN   Bi balafirên şer re çekên herî giran li dijî gelên Efrînê tên bi kar anîn.  Li Efrînê bi sed hezaran sivîlên ji ber êrîş û komkujiyên DAIŞ’ê reviyabûn, li wir dijîn. Efrînê karî xwe ji şerê wêrankirinê ya 7 salin li Sûriyeyê tê birêvebirin, biparêze. Ji bo gelên herêmê bû perestgeha ewlekariyê. Operasyona di 20’ê Çileya 2018’an de li dijî Efrînê hat destpêkirin, ne diyare ku dê çi demê biqede. Heya niha di vê operasyonê de bi sedan sivîl hatin kuştin, ji cih û warên xwe koçber bûn. Ev şer êşên herî mezin bi jin û zarokan dide jiyîn.    XWEDÎ DERKETINA LI EFRÎNÊ ERKA MIROVAHIYÊ YE   Li Sûriye û Iraqê DAIŞ’ê bi sedan jin, zarok û mirov qetilkirin, revandin, tacîz û tecawîz kirin, di gorên komî de veşardin û di bazarên koleyan de firotin, mal û milkên wan talan kirin. Bi hişmendiya Netewa Demokratîk, dibin sîwana Federasyona Sûriyeya Demokratîk de Kurd, Erep, Tirkmen, Asurî, Suryanî, Êzidî, Ermenî û gelên cûda, bi awayekê wekhev, azad û aştiyana li hev kom bûn û jiyanek alternatîf avakirin. Îro jî xwedî li gelê Efrînê derketin erke sereke ya mirovahiyê ye.   EV DAGIRKERIYE    Tirkiye bi operasyona li dar xistî, bêhiqûqî û dagirkeriyê dike. Polîtîkayên dewletan, yekîtiya gelan û aştiyê civakê esas digire. Yekitiya bihevre û parastina ewlekariya sînorên welat bi polîtîkayên leşkerî û şer nabe, encex bi polîtîkayên aştiyane pêkan be.    Di vê çarçoveyê de;    * Divê demildest operasyona leşkerî ya li ser Efrînê bê rawestandin,   * Divê mafên jiyan û tenduristiyê yên gelên Efrînê bikeve bin ewlekariyê,     *Divê bi lezgînê alîkariya xurek, tenduristî û hemû alîkariyên mirovahî ji bo herêmê bên şandin.    Kurd dixwazin bibin parçeyekê aştî û demokrasiyê, ne şer û kaosê. Em xwest em van fikrên xwe yên di vê mijara hesas de, bi were jî parve bikin. Xwedî derketina li Efrînê em weke erkek wîcdanî û mirovahî dibînin. Em hêvîdarin ku hûnê bi hestiyariyek mezin nêzî şerê li ser Efrînê bibin û ji bo ev şer bi qedê hûnê bikevin nava tevgerê.”