Lêpirsîn li pankarta Demîrtaş vekirin 2018-02-05 14:47:58 ÊLIH - Derbarê rêveberê Rêxistina HDP’ê yê Êlihê û du karkerên ji ber ku pankarta Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi avahiya partiyê ve kirin, lêpirsîn hat vekirin.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê, roja Şemiyê di 3’yê Sibatê de pankarta li ser wêneyê Hevserokê Giştî yê Selahattîn Demîrtaş heyî bi avahiya partiyê ve kirin. Polîsan bi hinceta dê Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî kongreya bajêr a partiya xwe bibe, darvekirina pankartê weke “Provokasyon” dît û destûr nedan pankarta bê daliqadan. Polîsan li ser vê yekê RêveberÊ HDP’a Êlihê Îdrîs Yayala û du karkerên gel wî Murat Boga û Gidir Bekletîş binçav kirin.     3 kesên ku piştî rojek binçavkirinê hatin berdan, polîsan derbarê wan de lêpirsîna bi îdîaya “Pesnê sûc û sûcdar dane” vekirin.   'GELO ÇIMA SÛCE?'   Rêveberê HDP’ê Îdrîs Yayla, bertek nîşanî lêpirsîna derbarê wan de hat vekirin da û wiha axivî: “Gava ku Serokê Giştî yê AKP’ê hat Êlihê nêzî 8 kîlometre li ser rêyên giştî ala AKP’ê daliqadan. Ev ne sûce, gelo çima darvekirina pankarta Hevserokê me yê Giştî sûce? Em vê yekê qebûl nakin.”    Yayla, da zanîn ku tu eleqaya daliqandin pankarta wan bi hatina Erdogan re tune bû û wiha got: “Me xwest em pankarta hevserokê xwe yê giştî darve bikin. Ê me sûc tê dîtin, gelo çima yê AKP’ê sûc nayê dîtin? Hevserokê me yê giştî hîna parlamentere û hevserokê giştî yê partiyê ye. Hîna derbarê wî de dozekê ku hatibe erêkirin tuneye. Ev skandalek mezine, nayê qebûl kirin.”