Ajansa MA xwe gihand cihê hilweşandina li Cindirêsê 2018-02-05 12:20:42 EFRÎN – Ajansa MA, wêneyên cihê sivîl lê dimînin ku balafirên TSK’ê bombebaran kirin kişand. Li Deşta Amîk a bi Cindirêsê ve ye gelek kargeh û mal xesar dîtine.  Cih û warên sivîl lê dijîn yên balafirên TSK'ê bombebaran kirin hatin kişandin. Li Deşta Amik a li kêleka navçeya Cindirêsê ya Efrînê dîmenê pîvana hilweşandinê radixîne ber çavan. Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ku ji naçveyê re gotibû “Di destê me de ye” û hilweşandibû, Ajansa Mezopotamya (MA) xwe gihand wir û wêneyên wir kişand. Di wêneyan de tê dîtin ku di bombebarana di 3’ê sibatê de li navçeyê pêk hatiye xesarek mezin çêbûye.    MA / Erdogan Altan