Girseya ji Kobanê derket rê gihişt Minbiçê 2018-02-05 12:01:49 KOBANÊ - Gelê ku ji Şengal, herêma Cizîr û Firatê ji bo biçin Efrînê ketin rê û şeva xwe li Kobanê derbas kir, gihişt Minbiçê.    Bi hezaran welatiyên ji navçe û bajarên Bakurê Sûriyeyê û Şengalê bi dirûşmeya “Ji dagirkerî û komkujiyê re na” ji bo biçin Efrînê duh bi rê ketin şeva xwe li bajarê Kobanê derbas kirin. Gel heya serê sibê li Qada Jina Azad bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Efrînê” derbas kir. Girse serê sibê bi sedan wesayîtan ber bi Efrînê ve meşa xwe berdewam kirin, gihişt Minbiçê. Gel, piştî di Pira Qereqozak re derbasî Minbicê bû gelê Minbicê ew bi girseyî pêşwazî kirin. Li bendê ye ku gelê Minbiçê jî beşdarî meşê bibin û ji wir jî  dîsan ber bi Efrînê ve bikevin rê.