Îdiaya mele birin qada operasyonê fetwayan didin endamên OSO'yê 2018-02-05 11:08:50 EFRÎN – Hat diyarkirin ku şêx û meleyên ji Ezaz û Tirkiyeyê birin qada operasyonê, fetwayên wekî "Yên hûn li dijî wan şer dikin gawir in" û komên girêdayê OSO'yê derbasî Efrînê nabin, bi van fetwayan wan motîve dikin. Bermahiyên komên êrîşkar ên di nava OSO'yê de kom kirin, bi gotinên wekî "Emê di çend rojan de Efrînê bigirin" kêfa wan xweş kirin û şandin ser axa kurdan. Her roja ku şer dirêj dibe û berxwedan geş dibe, ev komên xwînmij ji hev de dikevin. Hat gotin ku hin wêneyên kuştina sivîl û zarokan ên li ser medyaya civakî tên weşandin jî endamên OSO'yê aciz dikin, ji bo pêşî li şikesteka hêzên OSO'yê bigirin, bi fetwayên wekî "Ev gawirin" wan careke din bi hêz dikin.   Li gorî çavkaniya di nava Tugaya Nureddîn Zenkî de cih digire, Hêzên Çekdarên Tirk (TSK), li Tirkiey û Ezazê hin şêx û meleyan dibe qada şer, ji bo aciziyên di nava koman de bigire, fetwayan dide wan. Çavkaniya ku agahî dan ev tişt gotin: "Dewleta tirk ji bo hêzê bide endamên me yên OSO'yê, her dem mirovên li wê derê wekî gaiwr dide nîşan û propagandayeke reş dike. Dibêjin ku 'Heke hûn bawer nakin, şêx û mele jî wisa dibêjin û kuştina wan helal e.' Bi van gotinan hêzê didin wan û dixwazin wan tev li şer bikin."   'DI ŞER DE JIN Û ZAROK DIMIRIN'   Çavkaniya ku agahî da, da zanîn ku bi taybetî kuştina jin û zarokan komên tev li operasyonê bûne tengezar dike û wiha got: "Tirkiye ji bo van fikaran ji holê rake berî çend rojan hin şêx û mela bir qada operasyonê. Ev şêx û mele jî ji wan komên çekdar re dibêjin ku 'Ev şer e, hem Xwedê di Qurana Pîroz de dibêje; heke gawir ji axa pîroz bên derxistin, divê şer bê kirin. Ji bo wê jî şer jî derkeve dê jin û zarok jî bimirin. Ev tiştek asayî ye.' Bi van fetwayan kuştina sivîlan jî rewa dikin."   Heman çavkaniyê destnîşan kir ku heman şêx û mele ji bo êrîşa li dijî Efrînê rewa bidin nîşan, vîdeoyên wez û gotinan dikişînin û li komên êrîşkar belav dikin.