Polîsê 4 sivîl kuştin: Min sûcek rûreşiyê nekiriye 2018-02-05 10:53:43 AMED – Polîs Î.M. ê li Geverê 4 sivîl kuşt û 2 kes birîndar kir parastin şand lîjneya lêpirsînê birêve dibe û got: “Sûcê avêtine ser min sûcek dê şerefa karmendiyê û rûmeta wê bipelçiqîne û sûcek rûreşiyê nîne."  Di 8’e cotmeha 2016’an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê li ser kolana Cengîz Topel polîsê tîmê taybet Î.M. ji maşîneya zirxî ya kobra gule reşand û welatî Serhat Buldan, Rahmî Sahfali, Necdet Îşozu û Aydin Tumen kuştin. Welatî Şemsettîn Kaya û Mehmet Alî Kaya jî birîndar kirin. Polîs Î.M. çend mehan girtî ma û hat berdan. Nameya di çarçoveya lêpirsîna îdarî ya der barê Î.M. de ku ji mifetîşan re hatiye şandin derket holê.    Di çarçoveya lêpirsîna adlî û îdarî ya têkildarî bûyerê hat destpêkirin de bersûc Î.M. ji kar dûrkirin û der barê wî de bi sûcdariya “Bûye sedemê mirina bi zanebûn û birîndarkirinê” ji 3 salan heta 15 salan bi daxwaza ceza doz hatibû vekirin. Doz bi hinceta “ewlehiyê” ji Geverê neqlî Amedê hatibû kirin. Dîmenên gulebarankirina welatiyan a ku ji aliyê kameraya maşîneya zirxî ve hatibû kişandin jî derketibûn holê. Di dîmenan de tê xûyakirin ku welatî tên gulebarankirin.    Polîsê bersûc Î.M. ku girtî dihat darizandin ji Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê di 29’ê gulana 2017’an de parastina ji 6 rûpelan pêk tê ji Serokatiya Lîjneya Dîsîplînê ya Polîsên Bajêr a Walîtiya Stenbolê ku lêpirsîna der barê wî de dida meşandin şandibû. Î.M. îfadeyên di çarçoveya lêpirsîna adlî û îdarî de berê dabû dubare kir. Î.M. îdia kir ku çeka maşîneyê ji bilî kontrola wî gule barandiye û bûyer pêk hatiye. Î.M. îdia kir ku Wezareta Karê Hundir ku der barê bûyerê de di encama tehqîqatê de di 24’ê nîsana 2017’an de biryar daye ku dosyeya lêkolînê rakiriye.    ‘MIN SÛCEK RÛREŞIYÊ NEKIRIYE’    Î.M. diyar kir ku sûcdariya wî di çarçoveya “Sûcên bi zanebûn” de ye û hêj darizandin dewam dike û di berdewamiyê de wiha got: “Sûcê avêtine ser min sûcek dê şerefa karmendiyê û rûmeta wê bipelçiqîne û sûcek rûreşiyê nîne. Min gotinek biavêjim rêxistina polîsan û dewleta min nekiriye. Ez dixwazim der barê min de lêpirsîna îdarî biryar nede. Dixwazim li gorî encama ji lêpirsîna adlî û teqîbat kirine derbikeve der barê min de biryar bê dayîn. Piştî berdana min  min xwest li cihekî bêm peywîrdarkirin. Heke ev ne pêkan be jî bila sepandina xala 130’emîn a Qanûna Karmendên Dewletê ya hejmara 657 pêk bê û heta darizandin tê temamkirin.”    Î.M. qaşo piştî bûyerê bi rapora têkildarî çeka maşîneyê ku ‘xerabe ye’ hisiyaye.