Qeyûmê ji peywirê girtin, lêpirsîna 'nelêrêtiyê' lê vekirin 2018-02-05 09:33:39 ŞIRNEX - Hat diyarkirin ku qeyûmê berê yê Şaredariya Cizîrê Ahmet Adanur, di îhaleya çêkirina Pireya Kevir û Avahiya Xizmetê ya Şaredariyê de "nelêrêtî" kiriye, cihê peywira wî guhertin û der barê îhaleyan de lêpirsîn vekirin. Piştî hevşaredarên Cizîra Şirnexê ji peywirê dûrxistin, qaymeqaym Ahmet Adanur li cihê hevşaredaran peywirdar kirin. Li ser gilî û gazinan, Wezareta Karê Hundur mufetîş peywirdar kirin û rapor der barê xebatên Ahmet Adanaur de amade kirin. Piştî rapor hatin amadekirin di 20'ê Tebaxa 2017'an de ji peywirê girtin û şandin cihekî din.   JI DU ÎHALEYAN BÊ USÛLÎ   Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên şaredariyê hatine girtin; Adanur, di îhaleya Pireya Kevir a li ser Çemê Dîcleyê ya li taxa Yasev û Konaka tê çêkirin û Avahiya Xizmetê ya Şaredariyê de nelêrêtî kiriye, ji ber wê ji peywirê hatiye girtin.  Hat aşkerakirin ku ji bo Miduryeta Xizmetên Desteka Şaredariya Cizîrê 26 milyar û 682 hezar û 437 TL hatiye xerckirin, ji bo projeya Pira Kevir jî 30.000.000 TL hatiye xerckirin. Ji ber lêçûnên van karan, lêpirsîn hat destpêkirin.   Piştî Adanur ji peywirê hat girtin, demekî bi hincetên wekî "bingeh ne baş e" çêkirina avahiya xizmetê hat rawestandin, rojên borî Alîkarê Serokwezîr Fîkrî Işik hat navçeyê û dîsa ji bo bingeh avêtin dest bi çêkirina kargeh û pireyê kirin.   AKP'Î ACIZIN!   Îhaleya ku qala wê tê kirin, dan Serokê Odeya Sanayî û Bazirganiyê yê Cizîrê Suleyman Çagli û Şirketa Anonîm Taahhut a Çêkirin Afrêneriya Elektrîk û Enerjiyê ya Pîramîtê. Suleyman Çagli bi nêzikatiya xwe li gel AKP'ê tê zanîn. Hat destnîşankirin ku pirsgirêkên heyî li rêxistina AKP'ê ya Cizîrê jî hatiye nirxandin û ji ber vê rewşê gelek endamên wan ji vê yekê aciz bûne.   KARMEND JI VÊ MESELÊ ACIZIN   Me der barê mijarê de bi karmendê li Cizîrê re axivî, aşkera kir ku hemû îhaleyên li navçeyê didin van kesan û bertek nîşanê vê rewşê da. Karmendê nexwest navê xwe bêje, anî ziman ku projeya Pira Kevîr û Avahiya Xizmetê ya Şaredariyê dane her du şirketan û got ku "Herduyan jî gelekî tişt bi Ahmet Adanur dan xwarin."