Şahîn: Gotina 'sivîl zerarê nabînin' li dijî aqilan e 2018-02-05 09:24:04 ÎZMÎR - Alîkarê Serokê Komeleya Pira Gelan Yildirim Şahîn gotinê Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan a "Li Efrînê sivîl zerarê nabînin" nirxand, aşkera kir ku herêmeke ji hewa û bejahî ve bê bombekirin, mirov bêje sivîl zerarê nabînin, ji aqilan dûr e. Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) di roja 17'an de êrîşên xwe yên li dijî Efrînê dewam dike, sivîlên ji ber êrîşa TSK'ê û OSO'yê jiyana xwe ji dest didin, çapemeniya hewzê qet nabîne. Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan di her bernameya televîzyonê ya tev li dibe de dibêje "Welatiyên ji Sûriyeyê vegerin axa xwe." Alîkarê Serokê Giştî yê Komeleya Pireya Gelan a li Tirkiyeyê ji bo penaberan xebatên alîkariyê dimeşîne, Yildirim Şahîn, diyar kir ku Erdogan dixwaze bi vê rêyê piştgiriyê ji bo êrîşên li dijî Efrînê bigire.   ‘GELÊ EFRÎN Û TIRKIYEYÊ MEXDÛR DIBE’    Şahîn, diyar kir ku wekî ku AKP ji civakê re dibêje dê di satekê an jî di rojekê de Efrînê bigire, tiştekî wiha tune û ev tişt got: "Wer dixwêyê ku dê Tirkiye bi mehan nikaribe Efrînê bixe bin kontrola xwe. Ev yek jî dê êşa her du aliyan zêde bike. Di dawiya dawî de kesê ku biryara şer daye, dê vîna wî jî texrîb bibe û li ser dika siyasetê têk biçe. Lê dîsa dê gelê kurd û tirk mexdûr bibe."   ‘AKP DIXWAZE EFRÎNÊ TESLÎMÊ OSO'YÊ BIKE’    Şahîn, destnîşan kir ku desthilatdariya siyasî dixwaze dengê ji bo piştiriya şer zêde bike û dengê li dijî şer bitepisîne û wiha pê de çû: "AKP ji bo desthilatdariya xwe berdewam bike, di bin navê Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) de tevgerên wekî DAIŞ'ê dixe tevgerê. Armanca AKP'ê ewe, Efrînê bixe bin serweriya OSO'yê û penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê bişîne wir û wir bike herêmeke tampon."   'DIXWAZIN LI SER MIRINAN BINIXUMÎNIN'   Şahîn, anî ziman bi operasyonê re hem li Tirkiyeyê û hem jî li Efrînê mirinên sivîlan zêde bûne, heke êrîş dewam bikin dê mirinên sivîlan zêde bibin. Şahîn aşkera kir ku heke AKP ji mirinên sivîlan aciz nebe, ev ji ber bêdengiya helwesa raya giştî ya navneteweyî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi gotinên wekî 'Li Efrînê windahiyên sivîlan çênabin' li dijî xwezayê ye. Di her şerî de herî zêde sivîl tên kuştin. Ji hewa û bejahî ve herêm tên bombekirin û sivîl zerarê dibînin."   'HÊRSA LI DIJÎ PENABERAN ZÊDE DIBE'   Şahîn, bal kişand ser gotinên Erdogan ên wekî 'Emê penaberên Sûriyeyê li Efrînê bi cih bikin' û ev nirxandin kir: "Dê ev gotin hêrs û kîna li dijî penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê jî zêde bike. Erdogan bi axaftinên xwe yên der barê penaberan de, dixwaze piştgiriyê ji bo êrîşa Efrînê zêde bike. Gelek kesên nijadperest dibêjin ku 'Bila penaber biçin şer bikin, xayînin' û zinanekî nijadperest li dijî penaberan dixebitînin. Ji xwe 3 milyon û nîv penaberên li Tirkiyeyê je ne pêkan e bişînin Efrînê."   ‘HEWAKE AŞTIYÊ AVA BIKIN DIKARIN BIŞÎNIN’   Şahîn, derbirî ku piştî êrîşa li dijî Kobanê têk çû, hemû penaberên li Tirkiyeyê vegeriyane warê xwe û ev tişt anî ziman: "Bi hezaran penaberên ji ber şerê Sûriyeyê revîn, nehatin Tirkiyeyê çûn Efrînê. Penaberên ku dixwazin vegerin jî ji wan re astengiyan derdixin. Dê êrîşên li dijî Efrînê êşên nû derxin holê. Ji dervê wê dê kêrî tiştekê neyê. Ji bo vegera penaberên Sûriyeyê ne şer, pêwîstî bi aştiyê heye. Gotina 'emê penberan bişînin' ji rastiyê dûr e."