Meşa Şengalê gihişt Kobanê 2018-02-04 21:01:20     KOBANÊ – Meşa gelên herêma Cizîrê û Şengal û Hesekê ya ber bi Efrînê ve diçe gihiyt Kobanê.    Meşa gelê herêma Cizîrê, Şenal, Hesekê û Qamişlo ya bi armanca xwedîderketin û piştgiriya gelê Efrînê hatiye destpêkirin gihişt Kobanê. Meşa ku bi dirûşmeya “Ji dagirkerî û qirkirnê re Na” destpê kir bi coşek mezin  gihiştiyê Kobanê. Bi hezaran Kobaniyan meşvan li nava bajarê Kobanê pêşwazî kirin.    Bi hezaran kesên tev li meşê bûn piştî şeva xwe li Kobanê derbas bikin dê sibê biçim Minbiç û ji wir berê xwe bidin Efrînê.