2'yemîn konferansa Asayî ya HDP'ê bi dawî bû 2018-02-04 20:24:05   ENQERE - 2'yemîn Konferansa Asayî ya HDP'ê ku 2 rojin li Enqereyê berdewam dikir bi dawî bû. Piştî niqaşên 2 rojan biryarên girîng hatin stendin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi şiyara "Partiya Bi Hêz, Têkoşîna Bi Biryar" 2'yemîn Konferansa Asayî piştî niqaşên 2 rojan bi dawi kirin. Duh nîqaş hatin pêşxistin û îro di çarçoveya biryaran pêşnûmeyê de şeklê dawî hat dayin. Tevî hemû astengiyan jî bi beşdariya 500 delegeyî konferans pêk hat.  Di konferansê de nûnerên HDK, KCD'ê jî wekî mêvan tev li konferansê bûn. Piştî niqaşên 2 rojan encamnameya ku ji 13 xalan pêk dihat hat amadekirin.  Li bendê ye ku pêşniyar û biryarên ji konferansê hatin derxistin sibê bi raya giştî re bê parvekirin.