Arslan: Êrîşa li dijî Efrînê li dijî xeta neteweya demokratîk e 2018-02-04 17:37:08     STENOL - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan beşdarî xwarina piştgiriyê ya partiya xwe bû û ev tişt got: "Êrîşa li dijî Efrînê, li dijî xeta neteweya demokratîk a Birêz Ocalan dixwaze li Rojhilata Navîn pêş bixe tê kirin."   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Stenbolê, li Salona Dawetê ya Karacayê ya li Sarigaziyê bi şiyara "Em li dijî zilmê têkoşîna hevpar dikin civakî" xwarinek bi gel re belav kir. Di xwarinê de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, malbatên girtiyan jî di nav de, bi dehan kes amade bûn.   Piştî rêzgirtinê, Berdevkê Însiyatîfa Piştgiriya Ji Bo Zindanan ê Stenbolê Arîf Yilmaz axivî.   'TECRÎDA LI SER ÎMRALIYÊ RAKIN’   Yilmaz aşkera kir qasî 15 hezar girtiyên siyasî girtî ne, li dijî girtiyan zext, îşkence û tecrîd dewam dike û ev tişt got: "Heke li Îmraliyê tecrîd giran bibe, li tevahiya girtîgehan şert zehemet dibin. Êrîşa li dijî Efrînê jî bi polîtîkaya tecrîdê ve girêdayî ye. Ji bo wê divê hemû gel li dijî tecrîda li Îmraliyê têkoşînê xurt bike."   'LI DIJÎ KURDAN BÛN YEK'   Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan jî desthnîşan kir ku her çendî êrîşên li dijî Efrînê dilê wan bişewitîne jî, lê eniya wan vekirî ye û wiha axivî: "Ji ber ku her hevalên me yên ku têkoşîna azadiyê daye û şehîdk etiye, têkoşîna wî vala neçûye. Îro AKP-MHP li dijî destkeftiyên kurdan bi hêzên derve re bûne yek û bûne ticarê şer, dixwazin Efrînê dagir bikin. Naxwazin kurd azad bibin." Arsaln anî ziman ku wan bi têkoşîna xwe û bi berxwedana serdemê nîşanê dagirkeran daye.   ‘ÊRÎŞÊ PRESPEKTÎFÊN OCALAN DIKIN'   Arslan bi lêv kir ku pêvajoya bi Rojava dest pê kir, bi xeta sêyemî a demokratîk, wekhev û azadiyê ji bo gelên cîhanê bûye mînak û ev tişt anî ziman: "Gelên Rojava bi prespektîfa neteweya demokratîk a Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jiyana xwe ava kirin. Êrîşên li dijî Rojava ne tenê li dijî bajarekî piçûk ê Kurdistanê ye, li dijî xeta neteweya demokratîk a Birêz Ocalan dixwaze li Rojhilata Navîn ava bike pêk tê." Arslan destnîşan kir ku pergala ku ji daxwazên demokratîk re nebin bersiv, dê li piyan nemînin û wekî mînak jî Sûriye, Misir, Libya û Tûnûs da.   'DIVÊ RÊBERÊ GEL MUXATAB BIGRIN'   Arslan derbirî ku ji 5'ê Nîsana 2015'an vir ve li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji wê rojê vir ve mirov jiyana xwe ji dest didin û şer kûr dibe. Îro Tirkiye hatiye rewşeke wisa nikare xwe bi rêve bibe. Heke gel Birêz Ocalan wekî rêberê xwe bibîne, tuyê jî biçî muxatab bigirî û pirsgirêkê bi rêyên demokratîk çareser bikî."   Piştî axaftinan civîna gele bi belakirina xwarinê bi dawî bû