Kalê 77 salî di êrîşa balafiran de jiyana xwe ji dest da 2018-02-04 14:13:43 EFRÎN - Kalê 77 kalî Ehmed Horo yê li mala xwe, di topbarana  TSK'ê de jiyana xwe ji dest da.  Êrîşa hewayî û bejayî ya TSK'ê ku li dijî Efrînê di 20'ê Çile de dabû destpêkirin di roja 16'an de berdewam dike. Li gorî daxuyaniya Hevseroka Meclîsa Tenduristî ya Efrînê Encêla Reşo, heta niha jin û zarok jî di nav de 320 kes birîndar bûn a 129 welatiyên sivîl jî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî nûçeya Nûçegîhana ANHA Narîn Emîn Ehmed Mihemed Horo di topbarana TSK'ê de jiyana xwe ji dest daye. Mamê Mihemed Horo, Fayîq Reşîd Horo destnîşan kir ku balafirên şer ên TSK'ê gundê wan Zeytûnak kirin hedef û mamê wî jiyana xwe ji dest daye. Fayiq Reşîd anî ziman ku mamê wî yê 77 kalî di êrîşa li gundê Zeytûnak a navçeya Şera de, jiyana xwe ji dest daye.    Fayîq wiha got: "Ez, malbata min û apê min em di mal de bûn. Artêşa Tirk gund bê serûber topbaran kir. Dema me hewl dida em ji mal derkevin, topek li mala me ket û apê min ê bi temen mezin ku nikarbû xwe bighandina cihekî bi ewle şehîd bû."    Fayîq anî ziman ku di gundê wan de tune noqteyekî leşkerî tune ye.