Gelo SÎHA balafira Rûs xist? 2018-02-04 13:45:45 HALEB - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, piştrast kir ku balafira wan a rûs a tîpa Su-25 hatiye xistin. Berê jî baregeha Hîmemîn a Rûsya hatibû topbarankirin. Vê yekê pirsa gelo balafira Rûs ji aliyê SÎHA yên Tirkiye ji Heyet Tehrir El Şam re şandine hatiye xistin? anî aqilan.      Duh balafira şer a Rûs hat xistin. Wezîrê Parastinê yê Rûsya jî piştrast kir ku balafira wan hatiye xistin. Çendek berê Baregeha Himêmîm ya aydî Rûsyayê hatibû topbaran kirin û hatibû gotin ku balafirên SÎHA yên Tirkiye ji Heyet Tahrîr El Şam re hatibûn şandin û aydê Bayraktar in. Li vir heman pirsa gelo ev xistina balafira Rûs a li Idlibê jî bi heman çekan hatiye xistin?     Duh balafirê şer a Rûsyayê li bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê hat xistin. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, daxuyand ku li bajarê Îdlibe yê Sûriyeyê balafira Rûs a tîpa Sû-25 hatiye xistin û pîlotê wê jî miriye. Hat diyarkirin ku pîlotê balafirê li cihê lê daketiye di pêvçûnê de miriye.    Hat ragihandin ku pîlot bi paraşutê xwe ji balafirê avêtiye û li herêma ku di kontrola El Nûsrayê de ye daketiye.  Li gor agahiyên destpêkê hat diyarkirin ku balafira şer a Rûs, bi pergala parastina hewayî ya bi navê MANPAD’ê hatiye xistin.    Gelo balafir bi heman çekên Bayraktar hatiye xistin?   Hat bîrxistin ku di 6’ê çileyê de êrîşek bi çekên giran li ser baregeha leşkerî ya Rûs li Himêmîm hatibû kirin û dîsa 10 roj beriya wê jî belafirgeh bi fûzeyan hatibû topbarankirin, topbaran bibû sedema zirara çend belafir û kuştina du leşkerên Rûsî.      Ev êrîş ji aliyê gelek aliyan ve hatibû nirxandin û çavkaniyekê Ewlekariya Taybet teqez kir ku balafirên SIHA yên şandin ji Heyet Tahrîr El Şam re cureya Bayraktar in.    Hatibû gotin ku Tirkiye ev balafir ji Heyet Tahrîr El Şam re şandiye. Derbarê cure û bandora balafirê de agahî hatibû dayîn û hatibû gotin ku ev belafirên Bayraktar ên Tirkiyê dikarin hedefên diyarkirî bi fûzeyan îmha bikin.     Hatibû diyar kirin ku Endamên Rêxistina Heyet Tehrîr El Şam di rêya tensîq û têkiliya bi TSK'ê re ku li heremên parêzgeha Idlibê bicih dibin ew belafir girtine. Ev belafir serbarê kamîreyên weşana zindî ne û di heman demê de bi teqemeniyan têne hilkirin ku bikaribin armancan belî bikin. Çavkaniyan dane xuya kirin ku rêxistina terorî bi van belafirên rêkirî dikare sîstema parastina hewayî ya Rûsyayê bixapîne ku wan belafiran nebîne û bi vê dikare her bargehekê hedefê hêsan bike.     Niha jî tê meraqkirin ku gelo ev balafirê Rûs a li bajarê îdlibê ji aliyê heman çekan ve hatiye xistin?