Girtiyê nexweş Celal Şeker li Mûşê hat definkirin 2018-02-04 12:40:33 MÛŞ - Girtiyê nexweş Celal Şeker ê rapora wî ya "Nikare di girtîgehê de bimîne" û "Sedî 96 nexweşiya wî ya giran a taybet heye", li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, îro li Mûşê hat oxirkirin. Kekê Şeker Mehmet Şeker, diyar kir ku rojên dawî birayê wî li nexweşxaneyê jî bi cih ve hatibû kelepçekirin û wiha got: "Me ew her dem li girtîgehê dît." Girtiyê nexweş Celal Şeker ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî bû, rapora wî ya "Nikare di girtîgehê de bimîne" û "Sedî 96 nexweşiya wî ya giran a taybet heye", piştî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê, jiyana xwe ji dest da. Şeker di 19'ê Çileyê de krîza dil derbas kiribû û li Nexweşxaneya Lêkolînê di Beşa Venerîna Taybet de dihat dermankirin. Ruxmê rapora wî ya "Nikare di girtîgehê de bimîne" û "Sedî 96 nexweşiya wî ya giran a taybet heye" jî nehat berdan û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Malbata Şeker duh cenaze bir Mûşê û îro bi beşdariya bi hezaran kesî li Goristana Taxa Yeşîlceyê defin kir.    'NEXWEŞÊ DIL Û DIYALÎZÊ BÛ'   Ji bo Şeker li Mizgefta Hecî Salih a li Kolana Cumhuriyetê ya Mûşê serlêdanên sersaxiyê tên qebûlkirin. Kekê Şeker Mehmet Şeker, ji ber êşa birayê xwe nema dikaribû biaxive, da zanîn ku birayê wî 20 sal bû nexweşê diyalîzê bû û wan her dem bi wî halê nexweş ew li girtîgehê dîtiye. Şeker aşkera kir ku berî bê definkirin, di ketina Mûşê de kontrol kirine û wiha axivî: "Gotin al an jî tiştek wekî wê heye? Piştre kontrola nasnameyê kirin, li cenaze mêze kirin û wisa hiştin ku biçe goristanê. Li goristanê jî polîs hebûn. Duh li nexweşxaneya Amedê jî wêne kişandin, girtin kamerayê."   Şeker anî ziman birayê wî bi salan bû li girtîgehê hewl dida jiyana xwe îdame bike û wiha pê de çû: "Birayê min 20 sal e nexweşê diyalîzê ye, sedî 96 rapora wî ya nexweşiyê heye û bi tena serê xwe nikare li girtîgehê bimîne. Nexweşiya wî ya dil hebû û piştî krîza dil derbas dike, wî radikin nexweşxaneyê û berî 4 rojan emeliyat bû. Piştî emeliyata dil, nema dikaribû rake û jiyana xwe ji dest da. Ew mehek û 2 meh bû hemû laşê wî werimî bû. Her gava diçû diyalîzê ji laşê wî av digirtin. Ne tenê ev, gelek nexweşiyên wî hebûn."   'LI NEXWEŞXANEYÊ JÎ DESTÊ WÎ BI KELEPÇE BÛN'   Şeker bi lêv kir ku li nexweşxaneyê jî destê birayê wî kelepçekirî bû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Nehiştin em li nexweşxaneyê jî bibînin. Dayik û bavê min xwestin bibînin, lê nehiştin. Tenê birayekî me ji dozgeriyê destûr wergirt û carek û 2 caran dît. Ew jî hûn bawer bikin deqek an jî du deqan li ser piyan dît. Wê demê destê wî bi cih ve kelepçe kiribûn. Piştî rakirin beşa lezgîn kelepçe vekirin. Êşa me gelekî mezin e, me ew her dem di girtîgehê de dît."