Wezîrê Karê Derve yê Iraqê êrîşên li dijî Efrînê şermezar kir 2018-02-04 11:55:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karê Derve yê Iraqê êrîşên Dewleta Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê şermezar kir û wiha got: “Me çawa destwerdana Tirkiyeyê ya li ser Başîka red kir, bi heman awayî em destwerdana Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê jî qebûl nekin û em şermezar dikin.” Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî ji Ofîsa xwe der barê êrîşên li ser Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek da û êrîş şermezar kir. Caferî di daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Em destwerdana dewleta tirk a li ser herêma Efrînê ya Sûriyeyê şermezar dikin. Me çawa ku destwerdana Tirkiyeyê ya li ser Başîka red kiribe, bi heman awayî em destwerdana her welatekî biyanî li ser axa welatekî din jî qebûl nekin.”   Caferî bal kişand ser têkiliyên di navbera Tirkiye û Iraqê de û wiha pê de çû: “Dê têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re berdewam bikin, lê ev nayê wê wateyê ku em binpêkirinên mafan ên Tirkiyeyê qebûl bikin."