Êzidî ber bi Efrinê ve dimeşin: Ji bo me cihek cuda ye 2018-02-04 11:17:21 ŞENGAL - Êzidî ji bo piştgiriyê bidin Efrînê ku bi rojane rastî êrîşan tê, ber bi Efrînê ve ketin rê. Êzidiyan, diyar kirin ku çawan gelê Efrînê di fermana DAIŞ’ê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an de piştgirî dan wan, ew ê jî heya hêza wan hebe dê piştgiriyê bidin Efrîniyan. Bertekên li dijî êrîşên Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) û Hêzên Sûriyeya Azad (OSO) yên li ser Efrînê di roja 16'an de dewam dike de, mezin dibin. Êzidiyên li Şengalê dijîn, li dijî êrîşan ji Xanesorê ber bi Efrînê ketin rê. Meşa ciwanên dibin pêşengtiya Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê de kom bûn, bi gelek nûner û endamên saziyên partiyên siyasî û jinan a ber bi Efrînê dest pê kir.      ‘CIHEKE CÛDA YA EFRÎNIYAN GEL ME HEYE’    Yek ji endamên Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) Berzan Ezîz (18), diyar kir ku tevlîbûna meşa ji bo Efrînê peywira herî serekeye û wiha axivî: “Piştgirî dayîna Efrînê mijarek wijdaniye. Ne tenê gelê Êzidî hemû kesên bi wijdan û exlaqî divê li dijî êrîşên li ser Efrînê rabin ser piyan û bibin bersiv. Îro jin, ciwan, pîr û kal mil bi mil dimeşin. Cihek cûda ya Efrîniyan ji me Êzidiyan heye. Çawan ku gelê Efrînê di fermana DAIŞ’ê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an de piştgirî dan me, emê jî heya hêza me hebe emê piştgiriyê bidin Efrîniyan û li gel wan bin.”   ‘TIŞTÊN EFRÎN ÎRO DIJÎN, SALA 2014'AN HAT SERÊ ME JÎ'    Berpisa koma YCÊ Hîlma Xelef (20) jî, anî ziman ku ew ji bo gelekê ku li ber xwe dide, beşdarî meşê bû û wiha got: “Tiştên Efrînî îro dijîn sala 2014’an me jî jiya. Em baş dizanin ku ka çi hîs dikin. Em êşên wan hîs dikin. Ji ber ku gelekê ku azadiyê dixwaze, rastî êrîşan tê û dibe hedefa êrîşan. Em jî gelekê ku azadiyê dixwazin.  Herî zêde ji bo Barîn Kobanê ya cenazeyê wê parçe parçe kirin beşdarî vê meşê bûm. Ji bo bibim bersiv ji wê bêexlaqiyê re.”   'JI BO NEFESÊ BIGIRIN…’   Endamê Meclîsa Gel a Sînûnê Şero Gullî yê 55 salî jî, Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan şermezar kir û wiha axivî: “Ez ji bo piştgiriya gelên Efrînê beşdarî meşê bûm.  Gelekê ku bi rojene dibin êrîşên top û tankan de têdikoşin heye. Gelekê qetil dikin. Erdogan û çeteyên hevkarên wî, bêexlaq û ji derveyî pîvanên mirovahiyê êrîşî gelê Efrînê dikin. Li dijî van hemûyan ji bo gelê Efrînê nefes bigire, me ber bi Efrînê dest bi meşê kir.”   ‘EM NAXWAZIN JIN Û ZAROK BÊN QETILKIRIN'    Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemo Remo Xwedê (47) jî, hêzên navneteweyî yên li dijî êrîşên li ser Efrînê bideng  dimînin şermezar kir û wiha got: “Ez Erdogan û çeteyên wî şermezar dikim. Di serî de Rûya hemû dewletên navneteweyî çavên xwe ji êrîşê re girtin û hîna  jî vê helwesta xwe didomînin. Em weke gel li dijî van hemû êrîş û helwestan li gel, gelê Erînê bin. Em naxwazin jin û zarok li Efrînê bên kuştin.”   Nêzî sed Êzidiyên li ber Meclîsa Gel a Xanesorê kom bûn, ber bi Efrînê ketin rê. Êzidî, dest pê kê dê li Qamişloyê bi girseya gel re kom bibin, dûr dê heya Kobanê bimeşin û ji wir jî dê ber bi Efrînê bikevin rê.     MA / Selamî Aslan