Bêyî îmzeya wî ya şil li ser navê wî kredî hat kişandin 2018-02-04 09:21:43 ÊLIH - Li ser navê bavê 9 zarokan Mehmet Selîm Yîgîttekîn ê xurdevaniyê dike, rojê 40 lîreyî qezenc dike û hewl dide bi vî pereyî debara xwe bike, bêyî ku îmzeya wî ya şil hebe 40 hezar lîre kredî hat kişandin.  Li ser navê bavê 9 zarokan Mehmet Selîm Yîgîttekîn ê li Taxa Petrolkent a Êlihê xurdevaniyê dike, rojê 40 lîreyî qezenc dike û hewl dide pê debara malbata xwe bike, bêyî îmzeya wî ya şil hebe 40 hezar lîre kredî li ser navê wî hatiye kişandin. Di 29'ê Çileyê de xeta telefonê ya bi jimara 0536 646... lê geriyaye û jê re gotiye ku ji bo ew aîdatên karta krediya wî lê vegerînin pêdivî bi agahiyên nasnameya wî hene. Li ser vê Yîgîttekîn jî agahiyên xwe dide wan û bêyî hayê wî jê hebe li ser navê wî 40 hezar lîre kredî tê kişandin. Çawa ku krediya pêdiviyê dikeve hesabê wî, demildest hewaleyî sê hesaban tê kirin. Piştî ku Yîgîttekîn hesabê xwe kontrol dike, ferq dike ku hatiye xapandin. Yîgîttekîn xwest demildest sixtekar bên dîtin û wiha got: "Ez nikarim heqê dibistana du zarokên xwe bidim. 9 zarokên min hene. Nikarim bixebitim, ez ê dev ji van dizan bernedim."    'HATIM XAPANDIN'    Yîgîttekîn, diyar kir ku ew telefon ji bo aîdatên karta krediyê yên ku wî heta niha dane, lê bên vegerandin lê hatiye geriyaye û ev tişt gotin: "Dema ku ez ê biçûma kar li min geriyan û gotin ji bo aîdatên karta krediyê bidin geriyane. Ji min hejmara nasnameya min xwestin. Ji ber xwendin û nivîsandina min pir nebaş e, min telefon da keça xwe. Dema çûm kar nêzî 3 saetan bi keça min re xeber dane. Dema ez hatim malê bi wan re xeyîdîm û min telefon girt. Paşê hîn bûm ku ka çi kirine. Li ser navê min 40 hezar lîre kredî kişandine." Yîgîttekîn destnîşan kir ku tu ewlehiyeke wî ya civakî tune ye û fêm nake ka çawa ewqas kredî li ser navê wî hatiye kişandin. Yîgîttekîn wiha got: "Bêyî îmzeya min a şil hebe, li ser înternetê tevî mesrefan 38 hezar û 600 lîre li ser hesabê min tê razandin. Paşê li bankayên cuda 15 hezar û paşê jî 7 hezar lîre hewaleyî navê Mûrat Gokgoz tê kirin. Pereyê din jî hewaleyî ser navê Eneshan Turkmen tê kirin. Nizanim ka ev kes kî ne. Ev kes û hevparê wan kî bin gilîdar im. Hatim xapandin, dixwazim ev mexdûriyet ji holê bê rakirin."    'NIKARIM HEQÊ DIBISTANA ZAROKÊN XWE BIDIM'    Yîgîttekîn destnîşan kir ku bêyî îmzeya wî ya şil hebe li ser navê vî kredî hatiye kişandin. Yîgîttekîn bi lêv kir ku wî îtirazî rayedarên bankeyê kiriye û ev yek qebûl nekiriye. Her wiha Yîgîttekîn diyar kir ku tenê havînan dema ew li Stenbolê di hawizên avjeniyê de dixebite sîgorteya wî tê razandin û wekî din xurdevaniyê dike û sîgorteya wî tune ye. Yîgîtttekîn got ew nikare heqê dibistana zarokên xwe bide.    Yîgîttekîn got piştî hatiye xapandin, ji ber nexweşîna wî ya tansiyona zêde heye nikare bixebite û xwest mexdûriyeta wî bê çareserkirin.    MA / Metin Yoksu