Sifreyên xwe ji bo Efrînê radixin 2018-02-04 09:20:50 STENBOL-  Înîsyatîfa Sivîl a Li Hemberî Bombeyan Sifre, bi êrîşên li dijî Efrînê re dê dîsa sifreyan raxe. Aktivîst Ozlem Dede wiha got: "Qey hûn jî li dijî şer in, fermo em li dijî bombeyan sifreyê radixin, şer nakin, li hev dikin."  Însiyatîfa Sivîl a Li Hemberî Bombeyan Sifre, ji tevgera "Food Not Bombs" a tesîr bû. "Food Not Bombs" di salên 1980'yî de li Amerîkayê dest bi xebatan kir û li dijî şer têkoşîn meşand. Însiyatîfa Sivîl a Li Hemberî Bombeyan Sifire jî ji aliyê aktivîstên mafên heywanan û avaniyên serbixwe ve di sala 2013'an de li Taksîmê hat avakirin. Lê ji ber ku bi Rewşa Awarte (OHAL) re zext û zordarî zêde bûn, nêzî sal û nîveke ye xebatan nameşîne. Piştî sal û nîvekê şûnde ji nû ve li Halîtagaya Kadikoyê hat raxistinkirin. Her ku derfet çê bibin dê her hefte sifre bên raxistin. Endamên înîsyatîfa sivîl, fêkî û zebzeyên ku ji market û bazaran kom dikin, bi dirûşmeya "Qey hûn jî li dijî şer in?" bêheq belav dikin. Li Hemberî Bombeyan Sifre, ji bo bertekê nîşanî êrîşên li ser Efrînê bide, dê dîsa bikevin nav tevgerê.   Ozlem Dede ya ku di tevgera Li Hemberî Bombeyan Sifreyê de cih digire, anî ziman ku wan cara ewil 5 sal berê ev sifre li Taksîmê raxiste, lê belê bi OHAL'ê gef li wan xwarin û wiha axivî: "Piştî gefan sifreyên me hatin rakirin. Êdî me nikaribû li Taksîmê gotina xwe jî baniya ziman. Piştî astengiyeke dûr û dirêj me biryar da em li Kadikoyê dîsa bên gel hev." Dede destnîşan kir ku sedemeke ji nû ve raxistina sifreyan jî êrîşên li dijî Efrînê ne û wiha pê de çû: "Qey hûn jî li dijî şer in, fermo em li hemberî bombeyan sifreyê radixin, şer nakin, li hev tên. Em tim û tim dibêjin ku em li dijî bombeyan e û emê hewl bidin ku xwarinên ji çopan xelas bikin."    ‘MIROVÊN BIRÇÎ HENE, LÊ ŞER TÊ KIRIN'    Dede, bi lêv kir ku ew bi van sifreyan hêzên li pişt şer, xizanî, îsraf û qetilkirina xwezayê protesto dikin û ev tişt anî ziman: "A rast sifreyên tên raxistin polîtîk in. Ji ber dîmena firingiyeke eciqandî nexweşik e davêjin çopê. Li vir keda karker jî tê xwarin. Vê carê hîn bêtir pere tên dayîn û ji nû ve firingî tên çandin. Li cîhanê gelek mirovên birçî hene, lê belê ji dêvla ku dewlet alîkariya wan bike, diçe şer dike. Sergo polîtîk e."