TSK: Di êrîşa li hemberî tangê de 5 leşker mirin 2018-02-03 20:34:12 NAVENDA NÛÇEYAN- TSK’ê daxuyand ku, li Efrînê 5 leşkerên din jî mirine.  Êrîşên Tirkiyeyê yên tevî OSO’yê yên li hemberî Efrînê di roja 15’an de ye. Êrîşên bombeyi yên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) didomin û her wiha li herêmê pevçûnên dijwar jî diqewimin. TSK’ê daxuyand ku li hemberî tangeke wan êrîş pêk hatiye û di êrîşê da 5 leşkerên wan mirine. Her wiha îro danê êvarî TSK’ê daxuyandibû ku 2 leşkerên wan mirine. Tevî van leşkeran, li gor daxuyaniyên TSK’ê hejmara leşkerên ku îro di êrîşên li dijî Efrînê de mirine bûn 7.