KESK: AKP'ê hebûna xwe ji şer ve girêdaye 2018-02-03 17:21:02 ÎZMÎR – Platforma Şaxên KESK'ê ya Îzmîrê, bi şiyara "Ne OHAL bi lezgînî demokrasî" çalakiya rûniştinê li darxist. Di daxuyaniyê de hat gotin ku AKP’ê hebûna xwe bi şer ve girêdaye û ev tişt got: “Em natirsin, bêdeng nabin, stûyê xwe natewînin.”  Platforma Şaxên Îzmîrê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), bi şiyara "Ne OHAL bi lezgînî demokrasî" li semta Alsancakê li ber Navenda Çanda Turkan Saylan çalakiya rûniştinê pêk anî. Çalakiya ku saziyên civaka sivîl jî beşdar bûn de pankarta "OHAL qanûnên dijî hiqûqê ne, emê destûrê nedin bi rêya KHK'an demokrasiyê bipelçiqînin" hat vekirin. Çalakvanan bel kişand ser binçavkirina endamên Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) jî dirûşma "Ji şer re na aştî a niha" berz kirin.   'ŞER PIRSGIRÊKA TENDURISTIYÊ YE'   Berî çalakiya rûniştinê Hevseroka Şaxa SES'a Îzmîrê Hulya Ulaşoglu axaftinek kin kir û ev tişt got: "Em li dijî niheqiyê ne. Şer pirsgirêkeke tenduristiya civakê ye. Şer tê wateya mirina zarokan." Li sernavê KESK'ê Serokê Tarim Orkam Sena Îzmîrê Çagdaş Topal axivî û aşkera kir ku AKP'ê hebûna xwe bi şer ve girêdaye û ew ê tu carî stûyê xwe ji mirinan re xwar nekin.