Parêzerên OHP'î civîna lijneya pêk anîn 2018-02-03 17:03:00 STENBOL - Şaxa Platforma Hiqûqnasên Azadixwaz (OHP) ya Stenbolê bi armanca rêveberiya xwe ya nû diyar bikin Lijneya Giştî ya Asayî Asayî pêk anîn.  Şaxa Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) ya Stenbolê, bi armanca rêveberiya xwe ya nû diyar bikin, civîna Lijneya Giştî ya Asayî pêk anî. Civîna lijneyê li salona Baroya Stenbolê pêk hat. Li salonê pankartê “Bi hiqûqnasên azad, civaka azad, civaka bi rêxistin û jiyana azad" û "Em destûr nadin şer û yek tîpê" vekirin. Dîsa dowîzên “Ji baroya mîlîtarîst re na" “Bila OHAL bê rakirin",“Tahir Elçî nemir e" û “Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe" daliqandin.  Dîsa wêneyên parêzrên ku jiyana xwe ji dest dane li salonê daliqandin.    DESTPÊKA SERDEMA NÛ    Di destpêkê de Prz. Rezan Sarica axaftina vekirinê kir û wiha got: "Îro em dê rêveberiya nû diyar bikin. Îro destpêka serdemek nû ye. Ji niha de ji hemû hevalên ku bên hilbijartin re serkeftin."    Pişti axaftina destpêkê dîwan hat hilbijartin û rêz hat girtin. Piştre Prz. Firat Epozdemir, bal kişand ser atmosfera Tirkiye ya siyasî û wiha got: "Di serî de li dijî kurdan, li dijî hemû beşên çepgir û muxalif êrîşek heye. Li dijî van esan eniyek nijadperest tê avakirin. Divê em bi hevre li dijî vê eniyê rawestin û destûr nedin êrîş bikin. Divê em niqaşên nava xwe dînin aliyekî û em têkoşina xwe ya hevpar bilind bikin.    DEMîRTAŞ: EZ JI BERPIRSIYARIYA XWE RE AMADE ME   Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş û parlamenterê HDP'ê Abdullah Zeydan jî ji girtîgehê nameyek şandin û diyar kirin ku ew ji berpirsiyariya xwe re amade ne.    Serokê şaxa OHP'ê yê Stenbolê Serhat Çakmak, diyar kir ku dema dest bi peywirê kir pêvajoya çareseriyê bi dawî bûbû û wiha got: "Li gelek bajarên Kurdistanê şer û berxwedan hebû. Di milê hiqûqê de me gelek tişt kir. Saziya me hat muhurkirin. Lê tevî hemû şert û mercên xerab me xebatên xwe berdewam kir. Ya muhîm têkoşîn e. Em niha dîsa têkoşîna xwe berdewam dikin.    Hevseroka Platfromê Banu Guveren jî diyar kir kuw an her dem li dijî yek tîp, perçebûnê yekparebûn û yekîtî girt dest û bi hevre têkoşîna hevpar pêş xistin. Guveren, anî ziman ku wan her dem sincê civakê esas girt û li gorî pîvanê jiyana wekhev têkoşin pêş xistin.    Civîn bi xwendina raporan û hilbijartinê berdewam kir.