Gelê Hewlêrê ji bo Efrînê daketin qadan 2018-02-03 16:32:05 HEWLER - Gelê Hewlêrê li ser banga Komîteya Piştgiriyê ji bo Efrînê dîsa daketin qadan û êrîşa li ser Efrînê şermezar kirin. Bi hezaran welatiyên Hewlêrê dirûşmeyên "Efrîn ne bi tenê ye" û "Erdogan wê ne gihe armanca xwe ya dagirkirinê’ berz kirin. Bi hezaran welatiyên Hewlêrê bi armanca êrîşa li ser Efrînê şermezar bikin meşiyan. Bi hezaran welatî bi pêşengtiya Komîteya Piştgiriyê daketin qadan. Tevgera Azadiya Kurdistan, endamên Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê û bi hezaran kesî piştgirî da çalakiyê. Nûnerên Tevgera Azadî di mîtîngê de axaftin kirin û gotin ku gelê Başûrê Kurdistanê bi hemû awayî li pişt gelê Efrînê ye. Nûnerê HDP’ê jî axavî û rawestandina ciwanên Başûr ku beriya 3’ê rojan ji bo Efrînê dest bi meşê kirin li asayîşa Degelê hate rexnekirin. Nûnerê HDP'ê got ku ev xizmetê ji yekitiya netewî re nake û berî demekê destûr bê dayîn ku ciwan dest bi meşa xwe ya ji bo Efrînê bikin. Piştî çalakiyê bi sedan kesî ji bo biçin ciwanan bi wesayîtên xwe berê xwe dan asayîşa Degele.