Xebatkarên Rojnameya Îz binçavkirin şermezar kirin 2018-02-03 16:25:51 AYDIN/ÎZMÎR - Li navçeya Soke ya Aydinê, bi hinceta parvekirinên medyaya civakî yên têkildarî Efrînê welatiyek hat binçevakirin. Li Îzmîrê jî, xebatkarên Rojnameya Îz, bi daxuyaniyekê binçavkirina hevalên xwe şermezar kirin.  Li navçeya Soke ya Aydinê, bi hinceta parvekirinên medya civakî yên ji bo Efrînê welatiyek hat binçavkirin. Leşkaran welatiyê navê wî nehat zanîn, birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê. Di 2’yê Sibatê de li Îzmîrê jî, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Îz Umît Kartal, endamê GYK’ê ya Malên Gel û Endamê Lijneya Rêveberiya EGEÇEP Ugur Goçmuş hîna jî lêpirsîna wan a Midûryeta Polîsan didome. Serokê Şaxa Malên Gel a Îzmîr Nîzamettîn Kiliç ê hatibû binçavkirin jî, piştî lêpîrsîna wî ya li Midûryeta Polîsan hat berdan.  Xebarkarên Rojnameya Îz, derbarê binçavkirina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Îz Umît Kartal de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnamê Rafet Aksoy axivî û wiha got: “Em difirin ku hevalê Kartal ji ber parvekirinên xwe yên medyaya civakî hatibe binçavkirin. Ji ber ku biryara veşartinê danîne ser dosyeya hevalê me, em  nizanin bi kîjan hincetê hat biçavkirin. Em dixwazin demildest hevalê me bê berdan.”     EGEÇEP jî, duxuyanî da  û xwest Goçmuş bê berdan.