Li Nisêbînê kesek hat binçavkirin 2018-02-03 15:49:16 MÊRDÎN – Li Nisêbînê di serdagirtina malan de welatiyê bi navê Mehmet Şerîf Demîr binçav kirin. Polîsan li taxa 8'ê Adarê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi ser balê de girt. Polîsên tevgera taybet jî beşdarî operasyonê bûn û Mehmet Şerîf Demîr ê 30 salî binçav kirin. Demîr birin Miduryeta Polîn a Nisêbînê. Lê nehat hînbûn ka Demîr ji bo çi hatiye binçavkirin.   Di serdagirtinê de polîsan deriyê mala Demîr jî bi geranan şikandin, kel û pelên li malê bela kirin.