Ji dayika Şemiyê ji bo keça xwe: Ayşenûra min ji xwînê têr nebûn 2018-02-03 15:48:37 STENBOL – Şerîfe Şîmşek ji bo keça xwe ya dermanfiroş Ayşenur Şîmşek a 23 sal berê di binçavan de hat windakirin û windakirin, name şand çalakiya Dayikên Şemiyê û bi gotina “Têr nebûn keça min. Têr nebûn ji xwîn û mirina te Ayşenûra min.” bang li keça xwe kir.  Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta kesên windayî di hefteya 671’an de li Qada Galatasarayê li hev kom bûn. Vê hefteyê dayikan li aqûbeta dermanfiroş Ayşenûr Şîmşek a 23 sal berê niha di binçavan de hatibû windakirin pirsî û xwestin kiryarên bûyerê bên darizandin.     ‘ÊŞ A ME YE TIRS JÎ YA WAN E’    Di çalakiyê de birayê Ayşenûr Şîmşek, Ercan Şîmşek diyar kir ku sedemê binçavkirina Ayşenûr bi boneya li dijî şer derketiye û got: “Wê ji şer re gotibû na û pankarta ji şer re na hildabû. Şer adeta anîna asta bîrdoziyekê. Divê demil dest şer bê bidawîkirin. Di vê serdemê de çalakiya Ayşe ku 27 sal berê li dar xistibû îro gelek xwedî watedar e. Em ê hesab ji kujeran bipirsin. Yên ku hiqûqê wek çekan bikar tînin, tenê dê ev hesab pirsîn bê dirêjkirin. Dê edalet para me be û neheqî jî para wan be. Em ê êşê bikişînin û ew ê jî bitirsin.”    DAYIKA DILPERITÎ BEHSA KEÇA XWE KIR   Dayika Şîmşek, Şerîfe Şîmşek ji ber pirsgirêkên xwe tenduristiyê nikaribû beşdarî çalakiyê bibe û name şand çalakiyê. Nameyê keça wê Fatma Şîmşek xwend. Dayik Şîmşek di nameya xwe de van hevokan rêz kir: “Ayşenûram in ez nizanim ji ku dest pê bikim û çawa vebêjim. Piştî çûyîna te barê demê gelek giran bû.    Ez nikarim piştî çûyîna te hevokekê saz bikim. Piştî te qet nebû. Tu her tim li gel minî û bi min re yî. Min te ji xwîna xwe û canê xwe welidand. Mirov qet dikare ji kezeba xwe bibe? Divê ku tu zanibî ez wek pelek ji şaxê xwe bibe çelmisîm. Qey tu yê bêjî hemû rengên jiyanê veguherîn rengê tariyê wek qetranê. Ez li ku binerim xweşikiya dilê te û rûyê te li ber çavê min e.   Xwarinên te jê hez dikir, tîqetîqa kenê te û sohbetên te, cihê tu radiketî her tim nîvco ma. Ez ji kûrahiya dilê xwe ve li ser te diponijim. Te her tim bêedaletiya dinyayê û neheqiya li ser mirovan vedigot. Min xwe ji te di xeyidand, lê min dizanibû tu mafdarî. Min nedixwest tiştek bê serê te. Min dizanibû li welatê me li şûna têgehên rûmet, edalet, wekhevî û mafdariyê qetilbûn, dizî û bêrûmetî li ser destan tê girtin. Min wek her dayikek xwest te biparêz im. Lê min te ne parast keça min. Elbet dê kujerên te bên dîtin û hesab bê pirsîn. Lê ew roj hêj nehatine. Dê ew roj jî bên. Hêviyên me qet nemirin û dê nikaribin bimirînin. Lê êdî ez wan nas dikim ew dijminên jiyan û xweşikiyê ne. Tişta ew tenê dizanin kuştin e. Li welatê me tiştek nehatiye guhertin. Tenê tarîtî hinek din tarîtir bû. Têr nebûn keça min. Têr nebûn ji xwîn û mirina te Ayşenûra min.”    Piştî xwendina nameye, ji Mirovên Şemiyê Yeter Îşler daxuyanî da û binçavkirina rêveberên TTB’ê şermezar kir. Îşler şer û êrîşên li Efrînê jî şermezar kir. Îşler di berdewama axaftina xwe de çîroka windabûna Ayşenûr Şîmşek vegot.    Piştî daxuyaniyê bi hinceta Îşler behsa binçavkirina rêveberên TTB’ê kir bi kontrola nasnameyê re rû bi rû ma.